Rewşa Meles Tekîn a girtî giran dibe 2018-05-19 09:03:03   MÊRDÎN - Meles Tekîn a bi hinceta cezayê wê yê hatiye teqezkirin heye hat girtin û piştre surgunî Elezîzê hat kirin, hat hînbûn ku ji ber pirsgirêkên dijîn doktorê girtîgehê ew sewqî Edeneyê kiriye.   Meles Tekîn a 73 salî bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê hatiye teqezkirin di meha Nîsanê de hat girtin û şandin girtîgehê. Di rojên borî de ji Mêrdînê surgunî Girtîgeha Elezîzê hat kirin.  Hat hînbûn ku Melesê ji ber nexweşiya wê ji aliyê doktorê revîrê ve sewqî Edeneyê hatiye kirin.   Malbata ku çû hevdîtina Melesê  diyar kirin ku tevî pirsgirêkên ku Meles dijî moralê wê gelek baş bûye û gotiye ji bilî pirsgirêka tenduristiyê tu pirsgirêkê najî. Her wiha Melesê diyar kiriye ku divê parêzer ji bo berdana bi kontrol divê serlêdanê bikin, daxwaznameyê bidin. Melesê ji malbatê re diyar kiriye ku ji raya giştî re ragihînin ku moralê wê baş e û ev tişt gotiye: “Ez jî wek girtiyên dinê me. Tu cudahiya min ji ciwanan ji dayikên din tuneye.”   Ji malbatê banga hestiyariyê   Hat hînbûn ku Melesê ji bo dermankirinê sewqî Edenê hatiye kirin û nayê zanîn ku wê Melesê bişînin girtîgehê an na. Malbatê derbarê mijarê de banga hestiyariyê kir û gotin ew ji rewşa tenduristiya Melesê bi fikar in û divê demildest bê berdan.