Li Hewlêrê kuştina jinekê ya gumanbar 2018-05-18 13:04:36   HEWLÊR - Li ser rêya Bêstaneyê ya sînorê parêzgeha Hewlêrê cenazeyê jinek ku hatibû kuştin, hat dîtin. Polîsê Hewlêrê jî anî ziman ku nasnameya wê jinê ne diyar e.   Duh êvarî li ser rêya Bêstaneyê ya dikeve sînorê parêzgeha Hewlêrê cenazeyê jinek bi guleyê hatiye kuştin, hat dîtin.   Cenazeyê jina ku nasnameya wê nehat tespîtkirin ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Hewlêrê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.