Mirov ji tam û ekla keşkeya ku ji bo Remezanê tê amadekirin têr nabe 2018-05-18 09:20:43   MEXMÛR - Keşkeya serê Remezanê xwarina roja despêkê ya rojiyê bi destê Meriyem Tunc tê amadekirin.   Li Erdnîgariya Mezepotamyayê ku di dîrokê de çandinî lê hatiye destpêkirin, cihê genim pîroz e. Ji genim ê ku pîroz tê dîtin di tevahiya dîrokê de xwarinên cur bi cur hatine çêkirin. Ji van xwarinan yek jê jî Keşke ye ku bi taybetî di serî Rojiya Remezanê de tê amadekirin. Meryem tunç a ku ji bo destpêka Remezanê keşke amade kir diyar dike ku mirov ji tam û ekla wê têr nabe.    Ji ber ku di baweriya gelên Mezobotamiyayê de genim xwedî cihekî giring e. Di rojên tayîbet de jî pîrozî û giringiya genim tê dîtin. Dema ku Rojiya Remezanê dest pê dike, roja despêkê keşke ji bo fitarê tê çêkirin. Ev baweriya ku ji dîrokê tê heta niha  berdewam dike.   Amadekirina genim ji bo keşkekê    Meryemê diyar dike ku  berê ev keşke bi kariyê dihat amadekirin, lê niha karî ji ber ku li devera lê ne tune ye ew niha vê xwarinê di bedêla kariyê de bi bacanan amade dikin û wiha berdewam dike: "Em genimê xwe dikin cuniyê ku li hin deveran  jê re cirn jî tê gotin û em dikutin. Piştî ku em dikutin em hişk dikin û li ber bayê kapeka wî jê derdixin û ji bo xwarinên wekî keşkekê û yên din amade dikin."   Amadekirina Keşkeyê   Meriyem Tunc a ku keşkeya serê remezanê ji fetarê re amade dike çêkirina wê wiha vegot: “Ez despêkê bacanan hur dikim. Run sor dikim, paşê bacanên min hur kirî diximê baş sor dikim, paşê nokên min berê xistine avê hinek nermbûne dixim ser. Piştî hinek li ber bacanê û xwê û dan sor bû êdî avê dixim ser dikele. Heya ava wê ziwa dibe  êdî ji xwarinê re amadeye li ser sofrê tê danîn û li benda vekirina fitarê ye.”