ROJEVA 18'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-18 09:00:00   *Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Eyşe Xezine da zanîn ku xebatên bi rihê komînal li Efrînê dihat kirin niha li Şehbayê bi heman şêwazê tê meşandin û got:"Xebatên li Şehbayê bi rihekî komînal didome." BI DÎMEN   *Bi hatina meha Remezanê re welatiyên ku ji bazarê dan û stendinê dikin ji ber buhayê zebze û fêkî bi gazinc in û esnaf jî ber ku nikarin firotanê bikin bi gazinc in. Jinên ku hatin bazarê diyar kirin ku berpirsiyarê vê krîza aborî hikûmet e. BI DÎMEN   *Dayikên Aştiyê diyar kir ku ew di hilbijartinê de piştgiriyê didin HDP û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş û wiha gotin: “HDP partiya her kesî ye. Ji bo zarokên me denga me ji HDP’ê re ye.” BI DÎMEN   *Prof Dr. Feda Fahrîoglu bi lêv kir ku li akademiyan hilberîn bi destê AKP’ê hatiye qedandin û ji HDP’ê bû bernamzet. Ferda sedema tercîha xwe ya li alî HDP’ê jî wiha vegot ‘Ez ê ne li akademiyê li meclîsê li aştiyê bigerim.’    *Koroya Lazîka ya muzîka kevneşopî ya laz bi nirxên gerdunî bi pirdengî ji nû ve distirê bi gotina ‘Helasa yalesa’ ku tê wateya ‘hadê’ xwedî li zimanê Lazkî derdikeve.   * Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu  diyar kir ku ji bo ewlehiya sindoqan peywirek mezin dikeve ser milê jinan û got: “Partiya ku xwedî gotina xurt em in. Em di vê mijarê de bi îdiane û em talibê dengên jinan e.” BI DÎMEN   *Jinên Kobanê bang li hemû  gelên Tirkiyeyê kirin ku di 24’ê Hezîranê de dema diçin ser sindoqan bila Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Efrînê ji bîr nekin. BI DÎMEN   *Girtiyên li girtîgeh aTîpa E ya Mêrdînê ev sê mehin ji ber kamera û qeydên deng di hevdîtinan de tên girtin dernakevin hevdîtinên bi parêzeran re.   *Keşkeya serê Remezanê xwarina roja despêkê ya rojiyê bi destê Meriyem Tunc tê amadekirin. DÎMEN HEYE