Meclîsa navçeyan ji gel re 3 civînên cuda li dar xist 2018-03-02 17:10:48       EFRÎN - Ji bo rewşa dawî ya li herêma Efrînê diqewime 3 civînên cuda ji gel re hat lidarxistin.   Ji bo şîrovekirina rewşa dawî ya herêma Efrînê, Meclîsa Navçeyan 3 civînên cuda li Efrîna kevin, li Efrîna nû û navçeyê Eşrefiyê  li dar xist. Her wiha li navçeya Eşrefiyê civîn bi tevlîbûna gel li Parka Serok Apo hat lidarxistin.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê, Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Bêrîvan Efrîn axivî.   Bêrîvanê diyar kir ku berxwedana serdemê ya Efrînê hêvî û siberoja gelan e û dê Efrînê bi ser keve.