Ji Girtîgeha Tarsusê 3 jin hatin sirgûnkirin! 2018-03-02 17:06:13   MÊRSÎN - Ji girtîgeha Tarsusê ya jinan 3 jinên ku tundiya li dijî hevdîtina  bi telefonê ya heftan li wan tê kirin ji malabtên xwe re vegotin sirgûnî girtîgehên cuda cuda hatin kirin.   Li Girtîgeha Jinan a li Kampusa Girtîgehan a Tarsûsê tundiya ku tê kirin roj bi roj zêde dibe.  Girtiyên jin diyar kirin ku ew rastî pêkanînên kêfî yê mudrê girtîgehê yê nû tên û hejmartina li ser piyan a leşkerî li wan tê ferzkirin. Li gel van hemû pêkanînên dijmirovî hat ragihandin ku girtiya bi navê Saadet Akin, Evîn Şahîn û ya bi navê Gulîstan Tekîn di 18'ê Sibatê de ji ber ku tundiya li wan tê kirin ji malbatên xwe re vegotin sirgûnî girtîgehên cuda cuda hatin kirin.