Jinên Mêrsînê tevî astengiyan kurnefîl belav kirin 2018-03-02 11:03:31     MÊRSÎN - Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Mêrsînê tevî astengiyên peywirdarên ewlehiya taybet û polîsan kurnefîl li jinên ku li Kompleksa Gel a Mêrsînê dixebitin belav kirin û ew dawetî 8'ê Adarê kirin.    Endamên Meclîsa Jinê yê HDP'ê yên Mêrsînê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çûn serdana jinên li Kompleksa Gel a Mêrsînê dixebitin û kurnefîl li wan belav kir. Jinên Meclîsa Jinê ya HDP'ê kurefîl li jinên li halê dixebitin belav kirin bi wan re sohbet kirin û ew dawetî 8'ê Adarê kirin. Jina 65 salî anî ziman ku cara yekem e hinek kurnefîlekê dide wê û bi lêv kir ku ew gelek bextewar bûye.    Perwirdarên ewlehiya taybet hewl dan ku kurnefîlên destên jinan û belavokan ji wan bigirin. Gotina polîsan a ku hûn berdewam bikin dibe ku binçavkirin çê bibe, bal kişand. Piştre jin ji halê veqetiyan.