'Efrîn destana vejîna berxwedanê ye' 2018-02-28 09:09:14   Îlham Eloso    KOBANÊ - Hemşîreyên Nexweşxaneya Kobanê  derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de anîn ziman ku  têkoşîna rewa ya jinê û gelê Efrînê ji cîhanê re bûye mînakek berbiçav û gotin divê cîhan li dijî binpêkirina mafên mirovan a li Efrînê bêdeng nemîne û helwesta xwe ya li dijî dewleta tirk zelal bike.    Berxwedana Serdemê ya Efrînê bê navber didoma. Gelê Efrînê bi rihê serîhildanê warên xwe terk nakin û li dijî êrîşa dewleta tirk xwe diparêze. Derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de Hemşîreyên Nexweşxaneya Kobanê diyar kirin ku berxwedana Efrînê hêza xwe ji têkoşîn û rêxistina jinê digire û anî ziman ku dê bi berdewamiya têkoşîna Arîn, Barîn û Avestayan Efrînê bi ser bikeve.   Jina bi navê Fatime Ehmed û ji pêkhateyên Ereb diyar kir ku kuştina zarokan ne muslimantî ye û wiha dewam kir:"Li dijî polîtîqayên desthilatdariyê em ê Efrînê biparêzin. Parastina Efrînê parastina aştî, demokrasî û azadiyê ye. Em ê heta dawî aştî, demokrasî û azadiyê biparêzin."   'Em ê strana serîhildanê biqêrin'   Foziyê Elî anî ziman ku di encama êrîşan de zarok hedef tê girtin û wiha dewam kir:"Divê cîhan li dijî kuştina zarokan bêdeng nemîne. Ligel hemû zext û zordariyan em ê ji bo azadiyê derkevin kolanan û strana serîhildanê biqêrin."   'Dê faşîzmê wenda bike Efrînê bi ser bikeve'   Her wiha Norhan Koro da zanîn ku têkoşîna jinê beramberî hemû zilm û hovitiyê ye û wiha dewam kir:"Jinên Kurd li qadên têkoşînê serî hildaye û xwe parastiye. Dê bi rihê têkoşîna jinê faşîzmê wenda bike Efrînê bi ser bikeve."