Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi biryarên girîng bi dawî bû 2018-02-26 18:38:53       KOBANÊ- Yekemîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê bi biryarên giring bidawî bû.    Konferansa ku bi dirûşmeya "Biryardayîna bi şehîdan re misogeriya avakirina Sûriyeke Demokratîk, Federal û azadiya Rêber Apo ye" li bajarê Sirînê dest pê kiribû, bi pilansaziyeke xurt û avakirina Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê, navçeya Qadriya û navçeya Çelebiyê bi dawî bû.   Piştî ku rapora xebatê ya salê hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin plansazî û biryarên giring hatin girtin.   Biryar wiha ne:   *Guhertina navê Saziya Malbatên Şehîdan ku bibe Meclîsa Malbatên Şehîdan   *Ji bo bîranîna têkoşeran li Sirînê qada bi navê şehîdan were avakirin.   *Rakirina hemû wêneyên têkoşeran ên tekane û daliqandina wêneyên giştî li ser rê û kolanan.   *Avakirina komîteya aborî.   *Ji bo hevjînên têkoşeran avakirina projeyên aborî.   *Avakirina goristana têkoşeran.    *Karkirina malbatên têkoşeran di saziyên din.   *Birêxistinkirina rêveberiya nû ya meclisê û hemû komîteyên wê.   *Avakirina komîteyeke taybet ji bo serdana hemû malbatên têkoşeran.   *Avakirina komîteyeke taybet ji bo kontrolkirina rewşa malbatên têkoşeran bi taybet ên xizan û nivîsandina raporan derbarê rewşa wan de û dayîna rêveberiya meclîsê.   *Meclisa nû her sê mehan carekê civînekê ji bo hemû malbatên têkoşeran li darbixe da ku bikaribin nêrînên wan bigrin.   *Zêdekirina têkiliyên di navbera meclîs û saziyên din de.   Di dawiya konferansê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê Semîra Wilo, Emel Elî, Hilelala Dektuk, Şadî Casim û Zekî Hemdan), ên navçeya Qadriyê Cewahir Hisên, Ise Bozan û Yasir Mihmed Hecî û navçeya Çelebiyê Elî Ebdo, Behdînan Mustefa Elî, Mihyedîn Elî Hemo û Felek Osman hatin hilbijartin.   Konfrans bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.