Jinên Mêrdînî bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kirin 2018-02-26 17:19:05   MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaran bernameya xwe ya çalakiyên ku wê di çarçoveya 8'ê Adarê de li dar bixin aşkera kir.   Platforma Jinan a Şahmaran di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de bernameya 8'ê Adarê bi raya giştî re hat parvekirin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ê jinên Mêrdînî di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de bi hemû rengên xwe û cudahiyên xwe li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî rêjîma dîktatoriyak tevli şahiya me ya azadiyê bibin."   Bernameya 8'ê Adarê wiha ye:    * 1'ê Adarê wê li Nisêbînê saet di 11.00'an de qurnefîl li jinan bên belavkirin û hevdîtina jinan a bi muzîkê bê kirin.   * 2'yê Adarê saet di 11.00'an de li navêenda Mêrdînê û li navçeyên wê ji jinên girtî re kart bê şandin.    *3'yê Adarê wê malbatên jinên ku hatin qetilkirin bên ziyaretkirin.   *4'ê Adarê saet di navbera 11.00 -16.00'an de li Qada Cumhuriyetê şolena azadiyê bê lidarxistin.   *5'ê Adarê wê sînema bê pêşandan.   *6'ê Adarê wê saet di navbera 14.00 -17.00'an de li Qda Azadiyê ya li Qserê hevdîtina jinan bê kirin.   *7'ê ADARÊ saet di 12.00'an de wê li Midyatê esnaf bên ziyaretkirin û qurnefîl li jinan bên belavkirin.