Li Sirînê navenda Kongreya Starê û Mala Jinê vebûn 2018-02-26 10:58:24   KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star bi armanca birêxstinkirna jinên bajarê Sirînê navenda Kongreya Starê û Mala Jinê vekir.   Bi armanca bi rêxistinkirina jinên bajarê Sirînê yê Kobanê li Herêma Firatê, Rêxistina Kongreya Starê navendeke xwe û Mala Jinê vekir.   Di merasîma vekirinê de endamên Kongreya Starê, Mala Jinê û Rêxistina Sara ya Kantona Kobanê, her wiha ji Sirînê saziya Malbatên Şehîdan, YPJ/YPG, Şaredariya Gel, Meclîsa Bajêr amede bûn.   Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî endama Mala Jinê ya Kobanê Ayşe Elî vekirina herdû navendan pîroz kir û wiha axivî: “Vekirna Mala Jinê ji bo jinên Sirînê gaveke girîng û pîroz e. Ji bo pêşketina jinan divê rêxistinkirin her pêk were. Her wiha wê Mala Jinê bibe deriyê çareserkirina hemû pirskirêkên malbatî û civakî.”   Her wiha endama Koordînasyona Kongreya Star a Kobanê Xalîse Hec Ebdelqadir axivî û wiha got: “Em vekirina navenda Kongreya Star û Mala Jinê li hemû jinên Sirînê pîroz dikin. Jin di hemû qadên siyasî, leşkerî, aborî û dîplomasiyê de rolek sereke dilîzin. Ji bo ev qada berfirehtir bibe divê rêxistina jinan xurtir bibe. Jinên ku bi berxwedana  xwe mohr li dîrokê xist bi saya rêxistinkirinê gihaşt vê merhaleyê. Divê em hemû jin xwe bêtir bi rêxistin bikin û xwedî li mafê jinê û li berxwedana Efrînê derkevin."   Piştî axaftinan bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" navenda Kongreya Star û Mala Jinê hat vekirin.