‘Em jinên Îzmîrê ji bo 8'ê Adarê vedixwînin qadan’ 2018-02-26 09:12:20   ÎZMÎR - Amadekariyên 8’ê Adarê yên Platforma Jinan a Îzmîrê bi lez didome û ji jinên Mala Gel Evrîm Çakir wiha got: “Em bang li jinan dikin ku ji bo parastina jiyan û mafên xwe ji bo 8'ê Adarê dakevin qadan.”   Jin li dijî şîdeta li hemberî jin û zarokan, li dijî gotinên siyasetmedaran û polîtîkayên şer wê di 8’ê Adarê de li kolanan bin.  Pêkhateyên Platforma Jinan a Îzmîrê  xebatên xwe yên 8’ê Adarê berdewam dikin. Jin wê êvarê saet di 19.00’an de li Alsancak Leman Kultur a berê bên cem hev û heta Navenda Çanda Turkan Saylan bimeşin.  Civaka Muzîka Cumartesî û  Koma erbaneyê ya 2’emîn Şaxa Egîtîm Senê jî wê tevlî çalakiyê bibin.   ‘Jin li kolanan bûn’    Endama Mala Gel Evrîm Çakir  diyar kir ku bi OHAL’ê re hatiye xwestin ku muxalefet bê çewisandin lê jin li kolanan dengê xwe bilindkirin. Evrîmê ev tişt anî ziman: “Jin li dijî fetwayên diyanetê li kolanan bûn.  Ji bo qanûna îstîsmara zarokan ji meclîsê derbas nebe li kolanan bûn.  Tevî hemû astengî û qedexeyan wê jin di 8’ê Adarê de li kolanan bin.”   Evrîmê bi lêv kir ku ger qanûn rast pêk bên dikare pêşî li kuştinên jinan û îstîsmara zarokan bê girtin û  gelek qanûnên wekê ‘zîna’, ‘hadim’ yên tên ferzkirin jî bi mêjiyê mêr tê kirin û got: “ Jin wê dengê serhildanê bilind bikin.  Dema li Karamanê 45 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin, hikûmetê got ‘ ji carekê tiştek nabe’ û bi vê gotinê jî got ‘em hemû Ensarin’.”   ‘Serhildana jinan heye’   Evrîmê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmet dixwaze jin bêdeng bimînin, li mafên xwe negerin û got: “Em dibêjin jin hene. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo welatekî aştiyane, wekhevî û azadiyê jin li gel hev bin û dakevin qadên 8’ê Adarê.”