Nesrîn Abdullah: Berxwedana Efrînê yekitiya gelê kurd ava kir 2018-02-25 16:55:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Giştî ya YPJ'ê Nesrîn Abdullah got, "Îradeya bakurê Sûriyeyê û Efrînê êrîşa dagirkeran têk bir û berxwedana Efrînê yekitiya gelê kurd ava kir."   Êrîşên deweleta tirk û çeteyan li ser Efrînê di roja 37êmîn de berdewam dikin. Berdevka Giştî ya YPJ'ê Nesrîn Abdulah derbarê êîrşan de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê re nirxandin. Nesrîn diyar kir ku berxwedana serdemê ket roja 37'emîn û got ku şervanên YPJ/YPG û QSD'ê bi piştgiriya gel berxwedaneke mezin didin.    Nesrîn wiha berdewam kir: "Artêşa tirk a ku bi çekên ji alyê NATO'yê ve hatin qedexekirin êrîş dike, li dijî îradeya gel gavekê jî ber bi Efrînê ve neçûye. Berxwedana Efrînê yekitiya gelê kurd ava kir.  Tevahiya cîhanê û gelê kurd piştgiriyê didin Efrînê.  Em wekî YPJ'ê gelê di berxwedana Efrînê de û gelê kurd silav dikin û soz didin ku em ê berxwedana xwe berdewam bikin. YPJ çawa li Kobanê bû sembola berxwedanê wê li Efrînê jî bibe sembol."   Nesrîn herî dawî derbarê jinên li Efrînê di berxwedanê de ne jî wiha got: "Jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûne sebola  azadiyê."