Heyeta jinan ji aliyê Kongra Star ve hatin pêşwazîkirin 2018-02-25 16:01:02   QAMIŞLO - Heyeta Jinên her sê parçeyên Kurdistanê ku ji Başûr û bakur û rojhilatê Kurdistanê ku ji 18 jinan pêk tê û ji bo piştevaniya berxwedana Efrînê derbasî  Rojavayê Kurdistanê bûn, li navenda Kongreya Star a Rojava hatin pêşwazîkirin.   Şandeya jinên bakur, rojhilat û başûrê Kurdistanê ku ji 18 jinan pêk tê û ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, li navenda Kongreya Star a Rojava hatin pêşwazîkirin.   Nûnerên her parçeyekî xwe dan naskirin û kêfxweşiya xwe bi hatina Rojavayê Kurdiatanê anîn ziman.  Her wiha jinên kurd ku ji 4 parçeyên kurdistanê gîhaştin hev  gelek nîqaş li ser berxwedana Efrînê ya ku li hemberî dewleta tirk û çeteyên OSO'yê dide meşandin hatin kirin.