Ji komîteya amadekar a 8'ê Adarê daxuyanî 2018-02-25 15:41:58   KOBANÊ - Komîteya amadekar a 8'ê Adarê ya herêma Firatê ji bo 8'ê Adarê daxuyaniyek da.   Komîteya Amadekar a herêma Firatê bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bi dehan jinên saziyên Kantona Kobanê, Kongreya Star, Mala Jinê, Desteya Jinê û Rêxistina Sara amade bûn. Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Komîteya Amdekar  Arjîn ve hat xwendin li navenda Kongreya Star hat dayîn.   Daxuyanî wihaye:    "Em vê roja pîroz, dîroka giranbuha di serî de li Rêber Apo pîroz dikin û ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bê rakirin em ê her roj bikin serhildana 8`ê Adarê. Di heman demê de em hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr tînin û vê rojê diyarî wan dikin. Pêşeng û tekoşera azadiya jinê heval Sara di nava tekoşîn û azadiya jinan de bûye sembolek û bi şopdariya tekoşînvaniya jinên enternasyonalîst ên weke Cilara Zêtkîn û Roza Luxemburg tekoşîna azadiya jinan rakire asta herî jor.Çiqas çav û guh bên girtin jî ev berxwedana bêhempa xwe di dîroka jina azad de dineqişîne. Avesta Xabûr bû şopdara sembola berxwedana Kobanê ya Arîn Mîrkan, xeleka tekoşîna azadiyê xurt kir û bi lehengiya xwe ew jî bû berxwedêra vê Serdemê."   "8`ê Adara 2018` an em ê weke jinên kurd, ereb, suriyanî û ermen di nav êrîşên dagirkerên zilamên hovane de, bi tekoşîneke bêhampa derbas bikin. Îro banga jinên azad û berxwedêr, ji axa Mezopotamiyê bi dengekî bilind û bihêz dighêje jinên cîhanê. Em  dest bidin hev û dîlana xwe ya 8`ê Adarê îro li derdora Efrîna delal û xweşik bigerînin. Nahêlin destên qirêj ê zilam bighêjin ser bedena Efrîna bedew. Çawa ku dîroka 8`ê Adarê bi berxwedan û bedelên giran gihişte roja me, em ê çalakiyên xwe yên 8`ê Adarê îsal ji bo berxwedana Efrînê bilind bikin li dar bixin. Parastina Efrînê parastina Şoreşa Jinê ye."   Daxuyanî bi dirûşmên"Bijî Berxwedana Efrînê û "Bijî 8`ê Adarê" bi dawî bû.