Heyva Sor a Kurd ji bo Efrînê kampanyaya piştevaniyê da destpêkirin 2018-02-25 14:24:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo gelê Efrînê yê ku êrîşên dagirkeriyê lê tên kirin, dest bi kampanya alîkariyê kir.   Dewleta tirk a dagirker, bi rengekî bê exlaq û dûrî pîvanên hiqûqa şer êrîşî Efrînê dikE û jin, zarok, extiyar; sivîlan dikuje. Bombeyan li cih û warên sivîlan dibarîne û ewlehiya can û malê gel ji holê radike. Bi bombeyan li mal, dibistain, mizgeft, kampên penaberan dide û hildiweşîne. Herî dawî êrîş bir ser ambûlanseke Heyva Sor a ku birîndar tê de bûn û bi vî rengî hemû pîvanên hiqûqa şer bin pê kir.   Heyva Sor a Kurd ku saziyeke alîkariyê ya neteweyî ye, ji bo gelê Efrînê dest bi kampanya alîkariyê kir. Li ser mijarê daxuyaniyek hat dayin û wiha hate gotin; "Di vê kampanyayê de alîkariya madî ya bê hevdan wê ji kirîna derman, malzemeyên tenduristiyê û cîhazên tibî yên ji bo nexweşxaneyên li Efrînê bên bikaranîn.   Amadekariyên kampanya me ya alîkariyê qediyane û wê li hemû welatên Ewropa û Skandînavyayê, li Japonya, Awûstralya, Amerîka û Kanadayê bi saziyên alîkariyê yên kurdan re alîkariya madî bê komkirin.   Em gelên Efrînê ku êrîş û dorpêçî li ser wan e bi tenê nehêlin. Bêyî ku dereng bê mayîn dereng  em ê alîkariya xwe bi rêya Heyva Sor a Kurd bigihînin gelê xwe. Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya we di dema xwe de bigihîne cih, hemû amadekarî temam kirine û li benda alîkariya we ye.   Banga me li hemû Kurdistanî û dostan e; Çawa ku me ji xwe re weke berpirsyarî û karekî exlaqî dît û em tevlî kampanyayên ji bo Kobanê, Şengal û bajarên  bakurê Kurdistanê yên ji aliyê dewleta tirk ve hatin wêrankirin bûn, bi heman berpirsyarî û têgihiştina exlaqî divê em xwedî li gelê xwe yê li Efrînê derkevin û bi hemû derfetên xwe destê xwe yê alîkariyê dirêj bikin."   Agahiyên berfireh ên li ser kampanyayê, li malpera înternetê ya Heyva Sor a Kurd dikarin bên peydakirin.