Zarokên Kobanê ji bo Efrînê daketin qadan 2018-02-25 13:19:43   KOBANÊ - Zarokên Kobanê bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma  "Zarok Pêşeroj in, Pêşerojê Nekujin"  meşek li dar xisitn.   Bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê ya li hemberî dewleta tirk û çeteyên OSO'yê, bi hezaran zarokên Kobanê bi pêşengiya Kongreya Star di bin dirûşma "Zarok Pêşeroj in, Pêşerojê Nekujin" daketin qadan û meşiyan.   Zarokên meşvan di meşê de wêneyên Zarokên li Efrînê bi destê dewleta tirk û çeteyên OSO'yê hilgirtin, pankartên bi nivîsa  "Em Zarok in pêşeroj in, bihêlin em di nav aştiyê de mezin bibin û me Nekujin" vekirin û dirûşmên "Efrîn xema neke Kobanê bi te re yek e",  "Bijî Berxwedana Efrînê"û "Faşîst Erdogan" berz kirin.    Meşa ku ji Qada Şehîd Egîd hat destpêkirin heta Qada Jina Azad berdewam kir. Ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin û li ser navê dibistana Şehîd Sîdo helbestek hate xwendin.    Paşê zaroka bi navê Avjîn Xelîl axivî û wiha got:"Bila Erdogan zarokan nekuje. Bila zarok dibistana xwe dewam bikin. Em zarokên Kobanê bi zarokên Efrînê re ne. Erdogan tu carî bi ser nakeve. Bijî berxwedana zarokên Efrînê."