Saziya Malbatên Aşûriyan roja 23'Sibatê bi bîr anî 2018-02-25 13:07:23   TILTEMIR - Saziya Malbatên Aşûriyan bi merasîmekê roja 23'Sibata 2015'an bi bîr anî.   Di 23'Sibata 2015'an çeteyên DAÎŞ'ê bi hemû hovitiya xwe êrîşî gelê Tiltemirê kirin û di encamê de bi sedan ji gelê Aşûrî ku li kêleka Çemê Xabûrê dijîyan jin, zarok, pîr û kal revandin. Vê rojê di dîrokê de  wekî komkujiya DAÎŞ’ê ya lis er Aşûriyan cihê xwe girt. Ji ber wê rojê  her sal ev roj tê şermezarkirin û şehîdên azadiyê tên bibîranîn.    Saziya Malbatên Aşûriyan duh di siatên êvarî de bi karwanekî ji wesayitan berê xwe dan ser Goristana şehîdên Aşûrî a ku li gundê Til Şinanê ye. Malbatên ku çûn goristanê jî aliyê Hêzên Parastina Xabûrê ve bi merasîma leşkerî hatin pêşwazîkirin û şehîdê xwe bi bîr anîn. Paşê li ser her gorekê mûmek vêxistin, ev yek jî wekî kevneşopyên gelê Aşûrî di dîrokê de tê nasîn.   li Saziya Malbatên Aşûriyan gelek axaftin li ser şehîdên 23 Sibatê hatin kirin. Di axaftinên ku hatin kirin de bal hat kişandin ser  lehengtya şervanên YPG û YPJ’ê û ev tişt hat gotin: “Îro şervanên ku li ber xwe didin di çeperên cengê de hemû planên Erdogan û çeteyên DAÎŞ'ê têk dibin. Ji destpêka şoreşê heta roja îro hemû dewlet êrîşÎ gelê me dikin.  Em jî  ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe mezin dikin. li Efrînê heman lîstik tê lêşstin.  Lê wê şervanên leheng ku dîrok bi tîpên zêrîn nivîsandine dawî li van lîstikan bînin."   Di dawiyê de sersaxî ji hemû malbatên têkoşeran re hat xwestin û soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê hat nûhkirin.