Kongireya Star pêngava perwerdeya jinan da destpêkirin! 2018-02-25 12:17:46   KOBANÊ - Rêxistina Kongireya Star ji bo zanebûn û pêşxistinê jinan perwerde dike.   Kongireya Star ji bo ku jinan perwerde bike li Kobanê xebateke bi lez û bez dide meşandin. Li Kaniya Kurdan 60` jin li hev kombûn û tevlî perwerdê bûn. Perwerde li se pêşketina jinê û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hat dayin. Perwerdeya ku hat destpêkriin wê her rojê li cihekî were berdewamkirin.   Derbarê derbarê perwerdeyê de jina bi navê Karîsa Mustefa axivî, girîngiya perwerdeyê da diyarkirin û got: “Armanca me ji vê perwerdeyê ew e ku em bikaribin hîn zêdetir jinan bigîhînin asta ku dikare ji jiyana xwe mafê xwe û azadiya xwe nasbike û ji bo wê têbikoşe ye. her wiha dema ku jin hêza xwe nas bike û bikaribe civaka xwe perwerde bike wê demê mirov dikare bêje ku aloziya civakê jî wê were çareserkirin.”    Perwerde bi “diruşma “Jin Jiyana Azadî “ bi dawî bû.