Ev jî feraseta ‘estetîkê’ ya qeyûm e! 2018-02-25 09:45:51   MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Qoserê Ahmet Odabaşi peykerê Ugur Kaymaz ê ji aliyê polîsan ve bi 13 guleyan hat qetilkirin rakir û li şûna wê kuleya saetê bi cih kir û her wiha li rêya Mêrdînê jî fîgurên ker û deveyan bi cih kir.    Qeyûm îdia kir ku wî dîtbariyek estetîk bi bajar daye qezenckirin.    Qeyûm Ahmet Odabaşi çawa tayînê Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê bû, Peykerê ji bo bîranîna Ugur Kaymaz yê 12 salî ku di 21’ê Mijdara 2004’an de ji aliyê polîsan ve bi 13 guleyan hat qetilkirin, hatibû çêkirin, rakir û piştre jî navê saziyên Kurdî guhert. Qeyûmê peykerê li ser rêya Qoser Mêrdînê rakir, li şûnê fîgurên deve û keran bi cih kir.    Qeyûm hat, derdor guherî!   Ev guhertin ji aliyê çapemeniya herêmî û alîgir ve wek nûçeyên ‘qeyûm hat derdora Qoserê gûherî’ hat serwîskirin. Qeyûm îdia kir ku kuleya saetê û motîfên li şûna peykerên Ugur Kaymaz bi cih kiriye, bi navçeyê ‘dîtbaweriya dewlemend’ daye qezenckirin û got fîgurên deveyan jî bazirganiya di dîrokê de di rêya Îpekyolê de hatiye kirin bi bîr dixe. Eleqeya welatiyan kişandiye. Qeyûm îdia kir ku ew dixwazin navçeyê bigihînin dîtbariyek estetîk û ev tişt îdia kir: “Welatiyên me dema bigerin bila dilê wan fireh be. Em hewl didin bila tiştên xweşik bibînin. Fîgurên me li ser rêya Qoser-Mêrdînê bi cih kirine ji niha de rastî eleqeyek mezin tên.”    ‘Dînoyên’ Melîh, ‘deveyên’ Ahmet    Gelê Qoserê diyar kir ku peykerên deveyan bi wan peykerên ‘dînoyan’ yên ji aliyê Melîh Gokçekve bi 10 mîlyonan li bajar hatiye çêkirin bi bîr xistiye û ji bo hewldana ‘estetîkê’ ya qeyûm wih agotin: “Me ew ne wek deveyan wek dînoyan dît. Li şûna ji van re pere xerc dikin bila alîkariyê bidin mirovan. Bila aramiya navçeyê pêk bînin. An jî li şûna deveyan bicih dikin bila dar û gulîlkan biçînin.”