ROJEVA 25'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-25 09:00:00   *Hunermend Midiya Xalid êrîşên li ser herêma Efrînê şermezar kir û got: "Em ê bi saya jinên qehreman mîna Arîn û Barîn bi ser bikevin." BI DÎMEN   *Jina bi navê H û G yên rastî îstîsmara zayendî hatin hiştin û di temenê biçûk de hatin zewicandin wê di 8’ê Adarê de di serhildanê de bin. Her du jinan bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de li dijî şîdeta mêr dakevin kolanan.    *Endama Mala Gel Gîzem Coşkun, diyar kir ku ew di atolyeyên parastina cewherî ya femînîst de pêşxistina hişmendiya jinê pêk tînin. BI DÎMEN   *Qeyûmê Şaredariya Qoserê Ahmet Odabaşi peykerê Ugur Kaymaz ê ji aliyê polîsan ve bi 13 guleyan hat qetilkirin rakir û li şûna wê kuleya saetê bi cih kir û her wiha li rêya Mêrdînê jî fîgurên ker û deveyan bi cih kir.    *Platfroma Bêdeng Nemîne, rapora der barê zextên li ser fikr û ramanê yê li Tirkiyeyê ku pêvajoya 15 mehî dihundirîne de ‘sansur û otosansur’ derdikeve pêş. Ji kesên rapor amade kiriye wêjevan- rojnameger Sîbel Oral diyar dike ku ji ber zext li ser fikr û ramanê hene ew jÎ hene û da zanÎn ku li cîhanê tişta herî bi nirx anîna ziman a gotinekê ye û got ew di huner, wêjeyê de azad nebin wê di ku de azad bibin? DÎMEN HEYE