Jinên Ereb: Heta dawiyê em ê li gel jinên Efrînê bin 2018-02-24 17:06:11   Lîlav Elî-Cudî Zênu   EFRÎN - Jinên pêkhateyên Ereb a şandeya Cizîrê, Dêra Zorê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin:" Heta dawiyê em ê li gel jinên Efrînê bin."   Jina bi navê Fatmê Ismayîl Hesen  a ji Hesekê axivî û got:"Em ê jin bibin bedenek ku li dijî êrîşên li ser Efrînê bisekinin û Efrînê biparêzin. Bijî yekîtiya gelê Efrînê û berxwedana Efrînê."   Xewla Seyîd Yusêf jî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got:"Efrîn xaka berxwedanê ye. Em ê wekî jinên Ereb li axa Efrînê xwedî derkevin û li dijî dagirkeriyê bisekinin."   Her wiha Endama Meclîsa Malbetên Şehîdan a Tiltemirê Hilele Eliyen Hemede axivî û wiha got:"Em bi hemû pêkhateyên xwe yên Cizîrê ji bo berxwedana Efrînê me berê xwe dan Efrîne. Em ê hemû jin li dijî van êrîşana bisekinin û bi vîneke xurt li axa Efrînê xwedî derkevin. "   Di heman demê de Xewle Ziyeb jî derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de wiha got:"Em tu caran dev ji piştgiriya bi Efrînê re bernadin û em ê bi hêzeke hevpar xwedî li Efrînê derkevin."