‘Tevî gel dixwazin Lîmontepeyê vala bikin’ 2018-02-24 09:10:06   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Endama Lijneya Rêveberiya Lîmontepe Zeynep Gokçe diyar kir ku taxa wan bi projeyan ji rantê re hatiye vekirin û wiha got: “Cihê soz dane me tuneye, her tişt ji derveyê me ji me veşarî tê kirin. Em naxwazin bêyî me biryar bê girtin.”   Projeya veguhestina bajarvanî ya Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ku li taxên  Cennetçeşme û Lîmontepe ya Karabaglar a Îzmîrê bi giştî 16 taxê dihundirîne, tevî îtîrazê gel û dozê hatine vekirin didome. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Lîmontepeyê  Zeynep Gokçe biryarên veguhestina bajarvanî  ya 6 sal berê hatiye girtin û tiştên di vê pêvajoyê de hatine jiyîn vegot. Zeynep yek ji şêniya herî kevn  a Lîmontepeyê ye û da zanîn ku piştî darbeya 1980’ê şûnde nifûsa taxê pir zêde bûye û ji ber nêzî navend, otoban, balafirgeh û behrê dibîne, bala şîrketên înşatê yên rantxwir dikşîne. Zeynebê  bi lêv kir ku ew li dijî veguhestina bajarvaniyê ne û divê li gorî maf pêk bê.   ‘Em ê heta dawî têbikoşin’   Zeynebê bi lêv kir ku îradeya gel tune tê hesibandin û plansaziyên xwe ferz dikin û her carê rastî bertekên gel hatine û şûnde vekişandine.  Zeynebê ev tişt anî ziman: “Heta niha 4 planên Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê hatiye redkirin û ji ber serlêdan bê bersiv dimînin me di 2012’an de doz vekir. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Dixwazin vala bikin’   Zeynebê destnîşan kir ku herêma Lîmontepeyê wek ‘qada bi rîsk’ îlan kirine û dixwazin vala bikin û got: “Me bi Qanûna hejmar 6304 doz vekir, lê du sal şûnde qanûna hejmara 6704 derxistin. Ji bo pêşî li me bigirin. Hat gotin ku avahî ji sedî 65 bi rîsk in. Lê negotin ‘qadên bi rîsk in.’ Vê gotinê wê li gorî armanca xwe bi kar bînin. Tevî ku Odeya Mîmaran rapora ‘nikare avahî lê bê çêkirin’  daye jî  me bihîst ku şêniyên herêmê wê bar bikin qadeke li ser çala kirêcê ya berê. Hinek muteahît ji Enqereyê piştgiriyê digirin û  tapuyên gel jê girtine.”