Li dijî êrîşên li ser Efrînê li Til Temirê daxuyanî hat dayin 2018-02-23 17:58:54   TIL TEMIR - Saziya Malbatên Şehîdan û Saziya Malbatên Aşûriyan bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.   Îro bi amadebûna dehan Malbatên Şehîdan ên Kurd û gelê Ereb û Aşûrî Saziya Malbatên Şehîdan tevî Saziya Malbatên Şehîdên Aşûrîyan daxuyaniyek hevpar dan raya giştî û daxwaz kirin ku rêxistinên navnetewî helwesta xwe ya li dijî êrîşên li ser Efrînê diyar bike. Daxuyanî ji aliyê Mihemed sayîd Şêxmûs ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hat şermezarkirin û hat gotin ku divê hemû kes bi heman nêzikatiyê li Efrînê xwedî derkevin û li nirx û li nasnameya xwe xwedî derkevin. Bêdengiya li dijî komkujiyan nayê qebûlkirin divê li dijî vê yekê hemû cîhan bibin yek û nehêlin ku gelê Efrînê bê qetilkirin.   Daxuyanî bi dirûşma"Bijî Berxwedana Efrînê","Bijî karwana gelan a aştîiyê û piştgiriya serdemiyan" bi dawî bû.