Zehra Silêman: Divê em têkoşîna xwe bi dilekî yekpar bilind bikin 2018-02-23 13:56:16   Roj Umut   ŞENGAL - Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Zehra Silêman di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de nêrînên xwe anî ziman û got:"Em ê wekî jinên Kurd ên Êzidî xwedî li berxwedana Efrînê derkevin û li dijî pergala ku desthilatdar dixwazin ava bikin, serî hildin."   Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ket roja 35'an. Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Zehra Silêman di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku divê dengê têkoşînê bi dilekî yekpar bilind bibe û em li Efrînê xwedî derkevin.   Zehra Silêman diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên li ser Efrînê yekîtiya gelan hedef digire û wiha got:"Êrîşên ku li ser Efrînê tê kirin ji dîrokê ne qute. Ji berê de li dijî çand, huner, ziman û nasnameya Gelê Kurd êrîş tê kirin. Divê Kurd jî ji bo xwedîderketandina nasnameya xwe li axa xwe xwedî derkevin û bibin yek."   'Efrîn Şengal e Şengal Efrîn e'   Zehra bal kişand ser serîhildana gelê Efrînê û wiha domand:"Ev 35 roj in ku gelê Efrînê li dijî êrîşan serî netewandin û li axa xwe xwedî derdikevin. Em jî wekî jinên Kurd ên Êzidî dibêjin Efrîn Şengal e Şengal jî Efrîn e. Em ê ji dil û can hem li Efrînê hem li Şengalê xwedî derkevin."   'Jinên  Efrînê bûne sembola azadiyê'   Zehrayê anî ziman ku berxwedana jinên Efrînê hêzê dide mirov û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jinên Efrînê bi berxwedana xwe bûne sembola azadiyê. Divê em hemû jin bibin yek beden û xwedî li Berxwedana Serdemê ya Efrînê derkevin."