Şervanên YPJ'ê: Em ê berxwe bidin û gelê Efrînê biparêzin 2018-02-23 09:12:03       EFRÎN - Şervanên YPJ'ê yên ku di çeperên şer ên pêş de li hember dewleta tirk li ber xwe didin gotin ku ew ê heta dawiyê gelê Efrînê biparêzin û li nirxên wan xwedî derkevin.   Berxwedana Efrînê her ku diçe mezintir dibe û deng vedide. Şervanên YPJ'ê yên ku li hember dewleta tirk li Efrînê li ber xwe didin û gelê wê herêmê diparêzin diyar kirin ku ew ê ji bo parastina gelê xwe heta dawiyê şer bikin û nehêlin ku axa Efrînê bê dagirkirin.   Şervana YPJ'ê Vajîn Mezlûm got ku ew ê heta dawiyê ji bo parastina gelê Efrînê li ber xwe bidin û wiha got: "Dewleta tirk bi hemû teknîka xwe êrîşî Efrînê dike, dixwaze derûniya gel û ya me xirab bike lê ew tucaran nikare vê yekê bike, ji ber ku em bi hêz û îradeya xwe şer dikin û em ji wan natirsin. Erdogan bi balafir û teknîka xwe dixwaze me bitirsîne û dixwaze Efrînê vala bike lê bila kêfa wan neyê çimkî ev tucarî pêk nayê. Gelê Efrînê bi zarok, dayik û bavan axa xwe bernadin û em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin. Wê hewldana dagirkirinê vala derkeve. Ew tenê bi axaftinên xwe yên vala dixwazin ku gel bixapînin û bibêjin em bi ser ketiye lê ew tucarî bi ser nakeve, ji ber ku di axaftin û hişmendiya kesên ku dixwazin Efrînê dagir bikin de avakirina aşitiyê ya nava gel nîne, ew dixwazin bi dagirkirina Efrînê îşkenceyê bi gel bikin. Lê em li hember wan bi parastin û hişmendiyeke rast, jixwebawer li hember wan şer têdikoşin. Bingeha aştiyê hişmendiyeke rast û aştiyane ye, em jî vê esas digirin û bi vê hişmendiyê li ber xwe didin. Em nahêlin zarokên ku nû jidayik bûne vê îşkencê bikşînin. Em dixwazin gelê Efrînê di nav aştî û azadiyê de bijîn loma em berxwe didin. Em ê li berxwe bidin û hişmendiya faşîst têk bibin."   'Em tucarî nahêlin bawerî û hêza gel bê şikandin'   Her wiha şervana YPJ'ê ya bi navê Canda Canfeda jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk êrîşî Efrînê dike û dixwaze dagir bike lê em tucarî xaka xwe bernadin. Ev 35 roj in em li ber xwe didin, em hêza xwe ji Serokatî  û ji berxwedêrên azadiyê digirin û em tucarî Efrînê teslîm nakin. Ev der bi xwîna şehîdan tê parastin, loma ew ê tu caran nikaribin bigihêjin armanca xwe. Em tucarî nahêlin bawerî û hêza gel bê şikandin. Gelê me li pişta me ye û baweriya xwe bi me tîne, em baweriya wan naşkîne û em ê heta dawî gel biparêzin."    'Efrîn ji bo me pîroz e'   Şervana YPJ'ê Cûdî Rustem jî wiha got: "Şerekî pir dijwar li ser gelê Efrînê tê meşandin, li hember vî şerê dijwar jî berxwedanek pir mezin tê nîşandan. Em li hember hemû teknîka wan li ber xwe didin û parastina xwe û gelê Efrînê dikin. Em tucarî dev ji axa xwe bernadin û em nahêlin ku dewleta Tirk têkeve Efrînê. Efrîn ji bo me pîroz e, ji bo parastina gelê Efrînê jî em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Dewleta tirk dê tu carî nikaribe Efrînê dagir bike. Em bi hêz û îradeya gelê Efrînê berxwe bidin û axa Efrînê biparêzin."