Ji Îranê heta Amerîkayê: Bi mîlyonan jin bi yek dengî diqîrin 2018-02-23 09:09:13       Duygu Erol   ENQERE - Ji Îranê heta Amerîkayê ji çar aliyên cihanê bi mîlyonan jin li dijî qetliam êrîşên zayendî, şîdet û tundiyê bi yek dengî diqîrin û serî hildidin.   Em newekheviya zayendî di her aliyê pergala baviksalar de dibînin û em jin li hemû qadan rastî newekheviyê tên. Em vê newekheviyê, di malê de, li cihê kar û di nava siyasete de jî dibinin û rastî şêdeta mêr tên.   Li dijî van hemû pêkanînên dijmirovî jin li her cihê ku lê dimînin bi berxwedanê bersivê didin. Li Tirkiyeyê jin li dijî OHAL, KHK, qanûnên zayendparêz derdikevin qadan û li qadan li ber xwe didin.  Ev jinên berxwedêr li Îranê jî li dijî çarşefê li ber xwe didin, li Tinûsê jî li dijî qedexeyan bi dansa ku dikin serî radikin û li Amerîkayê jî li dijî tacîzê li ber xwe didin.   Jinên Îranê di nav çalakiyan de ne   Li Îranê piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an  li jinan serîgirtin hat hat ferzkirin û ji roja ku ev yek li jinan hat ferzikirin û şûn de li dijî vê berxwedana jinan berdewam dike. Herî dawî jinek li Tahranê li dijî serîgirtinê derket, destmala serê xwe avêt û ev çalakî her roja çarşemê ji aliyê jinekê ve hat dubarekirin. Di encama çalakiya ku navê “Çarşema sipî” lê hat kirin de li gel ku ji 20’i zêdetir jin hatin girtin jî jinan dest ji çalakiya xwe berneda û paşve gav neavêtin.   Li Tirkiyeyê jin li dijî tundî û KHK’yan li ber xwe didin   Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şêdeta li dijî aliyên mûxalîf û bi taybetî jî ya li dijî jinan zêde bû. Piştî ilankirina OHAL’ê û KHK’yên ku hatin derxistin di serî de saziyên jinan hatin girtin, herî zêde parlamenterên jin hatin girtin û parlamenteriya wan hat xistin. Pergala hevserokatiyê ku temsîliyeta wekheviya jin û mêr bû hedef hat girtin û hevserok û hevşaredar hatin girtin. Li dijî van hemû pêkanînên dijmirovî ku bi OHAL û bi KHK’yan hatin qanûnîkirin jin derketin qadan û serî hildan. Jin bi dirûşma “Ev wiha naçe jin destûrê nadin vê” û derketin qadan.   Jinan got  #MeeToo  û tiştê jiyan teşîr kirin   Li Amerîka ya ku çalakiyên jinan berdewam dikin di sala 2017’an de di meha cotmehê de ji bo ku bale bikişîn ser êrîşên zayendî û şidetê jianan  kampanyaya"#MeeToo" dan destpêkirin û tiştên ku jin dibin anîn ziman. Piştî ku derket holê derhiner Hervey Weînsteîn li setên fîlman listikvanên jin û xebatkarên jin bi tacîzê re rûbirû hiştine kampanyaya ku hat destpêkirin bi milyonan jinan piştgirî daye.