ROJEVA 23'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-23 09:00:11   *Jinên ku li dijî îxracan aboriya xwe ya alternatîf ava dikin, li Edeneyê dest bi hilberîna kuvarka kirin. Jinan bal kişand ser piştgiriya bi hev re û gotin:"Em jî wekî van kuvarkana ne". BI DÎMEN   *Berdevka  Însyatîfa Piştgiriya bi Zindanan a Îzmîrê Selma Altan, binpêkirina mafan a li girtîgehên Egeyê rave kir. Selmayê anî ziman ku bi êrîşên Efrînê re êrîş zêdetir bû û got liferzkirina "cilên yekreng" a li ser girtiyan wekî îşkenceyê ye.    *Projeya ku ji bo Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê tê meşandin bi "Projeya Islahê ya Çemê Dîcleyê" qada jiyana zindewaran tune dike û tê xwestin ku proje bi destên çapemeniyê rewa bê dîtin.   *Gelê Cizîrê yê ku di serdema "Qedexeya derketina kolanan" de nikaribû ji Nexweşxaneya dewletê sûdê bigire li gel ku di ser qedexeyê re 2 sal derbas bûne jî hîna nikare nexweşxaneyê bî kar bîne. Li nexweşxaneya ku doktor kêm in, bi mehan ji nexweşan re randevû nayê dayîn û jînên ducanî nikarin li vê nexweşxaneyê kontrola xwe ya rûtîn bikin.   *Ji Îranê heta Amerîkayê ji çar aliyên cihanê bi mîlyonan jin li dijî qetliam êrîşên zayendî, şîdet û tundiyê bi yek dengî diqîrin û serî hildidin.   *Şervanên YPJ'ê yên ku di çeperên şer ên pêş de li hember dewleta tirk li ber xwe didin gotin ku ew ê heta dawiyê gelê Efrînê biparêzin û li nirxên wan xwedî derkevin.   *S.D. yê ku cerdevaniyê dike derbarê wî de ji ber ku istismara zayendî kiribû doz hatbû vekrin. Di doza ku hatibû vekirin de îfadeyê ku hatibûn dayîn hemû paş ve hatin kişandin. Zarokên ku li emniyet û li dozgeriyê îstîsmar vegotin îfadeyên xwe guhertin û malbatan jî giliyê xwe paşve kişand.    *Her çiqas di nava gel de salên 90 bi qirkirin, kuştin, şewat, hilweşandinan bên zanîn jî di heman demê de di wan salan de li Kurdîstanê jiyaneke hevpar û demokratîk dihate esasgirtin. Li gel şewat û hilweşandinan armanc qirkirina çand û baweriyên gelê kurd bû. BI DÎMEN   *Jina bi navê Hesîna Hesen tevî ku ji ber lingê xwe astengdar e jî, îro bi îradeyek mezin û bi xîret dixebite û têkoşîna jiyanê dimeşîne. BI DÎMEN    *Azîze Ay a ku ji zarokatiya xwe de gelek ji futbolê hez dike lê derfeta wê ya ku tune bûye bilîze, piştî 48 salan ev xeyala xwe bi cih anî. Azîze piştî ku li Diyarbekirsporê dest bi futbolê kir piştî 2 salan ji tîmê hat derxistin. BI DÎMEN