Gelê Til Temirê berxwedana Efrînê silav kirin 2018-02-22 17:11:35   TIL TEMIR - Welatiyên Til Temirê ji 7 salî heta 70'ê salî bi meşekê berxwedana Efrînê silav kirin û piştgiriya xwe nîşan dan.   Êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê ket roja 34'an. Li seranserî Bakurê Sûriyeyê nerazîbûnên vê êrîşê tên nîşandan. Li Til Temirê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bi sedan welatî meşiyan.    Meş ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir. Meşvanan alên YPG, YPJ'ê û pankartên "Ji dagirkirina Tirkan re na!", "Her der Efrîn her der berxwedan e" û "Bi rihê Avesta Xabûr dê Efrîn were parastin" hatin bilindkirin.   Meş li çerxereya Biratiya Gelan veguherî mitîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo berxwedêrên azadiyê rêveberiya Kongra Star Çinar Salih her wiha rêveberiyê Kantona Hesekê Ebd-Elxenî axivîn. Axaftvanan bal kişandin ser berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê û QSD'ê û gotin ku gelê berxwedêr tucaran ji top û tankên Erdogan natirse.   Meş bi dirûşma "Her der Efrîn her der berxwedan e" bi dawî bû.