Nazelîn Korkut li Nisêbînê hat definkirin! 2018-02-22 13:45:24   MÊRDÎN - Cenazeyê Nazelîn Korkut a ku ji bo 19'emîn salvegera anîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe dabû ber agir hat definkirin.    Cenazeyê Nazelîn Korkut (21)  a xwendekara Zanîngeha Stenbolê ku di 14'ê sibatê de ji bo 19'emîn salvegara anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bike li taxa Kubilay a Konaka Îzmîrê bedena xwe dabû ber agir ji alyê malabta wê ve hat wergirtın. Cenaze piştî ku ji alyê malbatê ve hat wergirtin bi balafirê birin Mêrdînê, li Goristana Zeynel Abîdîn a li Nisêbînê bi tevlibûna bi sedan kesî hat definkirin. Girseya ku bi alên di destê xwe de hat goristanê ji aliyê polîsan ve hat astengikırin û nehiştinû rojnameger jî ji bo nûçeyê çêbikin û dîmen bikişînin bikevin goristanê.