Encêle Reşo: Di êrişên Dewleta Tirk de gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn! 2018-02-22 11:11:55   Lîlav Elî   EFRÎN - Berxwedana serdemê di roja xwe ya 34'an de dewam dike û li hember hemû êrîşên dewleta Tirk berxwedan,tekoşîn û vîna azad didome. Derbarê êrîşên li ser Efrînê de Hevseroka Meclîsa Tendirustiyê Encêle Reşo anî ziman ku di encama êrîşên dewleta tirk de gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dane, gelek sîvîl jî birîndar bûne.     Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ket roja xwe ya 34'an. Li ser vê mijarê Hevseroka Meclîsa Tendirustiyê ya herêma Efrînê Encêle Reşo axivî û wiha got:"Dewleta Tirk ev 34 roj in ku bi çekên qedexe û giran êrîşî Efrînê kirin. Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dan, gelek sîvîl jî birîndar bûn."   'Dermankirina birîndaran tê astengkirin'   Encêlayê anî ziman ku dermankirina birîndaran tê astengkirin û wiha berdewam kir:"Ji ber ku êrîşên li ser Efrînê bê navber didome, li hinek gundan dermankirina sîvîlan jî tê astengkirin. Her wiha di nava birîndaran de jin û zarok jî hene. Hejmara birîndaran gihaşt 464 û ya ku jiyana xwe ji dest dan jî gihaşt 172'an."   'Gaza kîmyevî hat bikaranîn'   Encêle Reşo wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk bi gaza kimyevî êrîşî gundê Erendê yê navçeya Cindirisê kir û 6 sîvîl hatin jehrîkirin."