Jinên Zerdeştî di pîrozbahiya 'Cejna Spendar Mezd' de hatin ba hev 2018-02-22 10:44:25   SILÊMANÎ - Li Silêmanî cejna Zerdeştiyan a jinan "Cejna Spendar Mezd" hat pîrozkirin. "Xelata Rêzdariyê" îsal ji bo şervana YPJ'ê Avesta Xabûr a ku di encama êrîşên li ser Efrînê de jiyana ji dest da, hat dayin. Xelata Avestayê ji aliyê Nûnertiya Kongreya Star hat girtin.    Li Silêmaniyê Zerdeştiyan "Cejna Spendar Mezd" ya jinan pîroz kir. Jinên ku li eywana civînê ya Holê Tawar hatin ba hev, bi marşa Zerdeştiyan dest bi pîrozbahiyê kirin. Pîrozbahiyê bi xwendina peyama ku Girîngiya Felsefeya Zerdeşt tîne ziman berdewam kir. Di peyamê de wiha hat gotin:"Ev cejna ji bo rêzdariya ku li dijî Jinên Zerdeştî tê dayin, çê dibe. Jin hezkirin, ax û edaletê temsîl dikin. Loma îro wekî roja hezkirinê tê pênasekirin. Bi munasebeta vê rojê divê mafê jinên Kurd bên parastin."   Piştî xwendina peyamê xelatên rûmetê yên jinên Zerdeştî hat belavkirin. "Xelata Rêzdariyê" îsal ji bo şervana YPJ'ê Avesta Xabûr a ku di encama êrîşên li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest da, hat dayin. Xelata Avestayê ji aliyê Nûnertiya Kongreya Star hat girtin. Ajansa Nûçeyan a Roj Newsê jî xelata "Azadiya Ol û Baweriyê" girt.   Piştî dayina xelatan pîrozbahî bi dawî bû.