ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2018'AN 2018-02-22 09:00:00   *Jinên pêkhateyên Ereb ên Bajarê Helebê êrîşên dewlata tirk ên li ser Êrîşa şermezar kirin û bi yek dengî gotin, ”Çawa Sêxmeqsûd bi berxwedana jinê bi ser ket, Efrîn jî wê bi rihê Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê  bi ser keve.”   *Keça Kobanî Narîn Mûsî  li ser berxwedana Serdemê, helbestên berxwedanê, lehengî, zilim û zoradariya li ser gelê kurd dinivîsîne û bi helbestan vê zilmê vedibêje. DÎMEN HEYE   *Fermandara  YPJ'ê Destîna Kobanê berxwedana serdemê nirxand û bal kişand ser bê minakiya berxwedana serdemê.   *Nexweşxaneya Welidînê ya Meydan a Edeneyê ku bi îdiayên di navbera salên 1980-1990’an de bebekên hatine dinê û ji malbatan re gotine mirine û hatine dizîn hat rojevê. Fatma Altunufugi diyar kir ku di 1985’an de li Nexweşxaneya Welidînê ya Medyan a Edenê bebeka xwe aniye dinê û jê re gotine bebek miriye. Fatmayê got ji roja bûyerê hîn bûye ve travmayê dijî û got: “Ez dixwazin aqûbeta bebeka xwe hîn bikim. Ev pergalek çawa ya tenduristiyê ye. BI DÎMEN   *Nezîre Baran a hevjînê wê di sala 1990’î de hat wendakirin diyar kir ku li dijî zextên civak û dewletê bi tena serê xwe li ser piyan maye û got wê bi xwedîderketina li nasnameya xwe tola xwe ji kujeran girtiye. Piştgiriya herî mezin jî keça wê dayê.    *Emîneyê diyar kir ku ji roja êrîşên li dijî Efrînê hatine destpêkirin dîktatorî hatiye îlankirin û got butçeya şer ji welatiyan tê xwestin. BI DÎMEN   *Li Wanê 6 sal berê du erdhêjên mezin pêk hatin û welatiyên di erdhêjê de xaniyên wan hilweşiyan hîna di konteyniran de dijîn. Yên li TOKÎ’yan hatin bicihkirin jî hîna bi deyn dijîn.  Jinan diyar ki ku dewletê wê demê gelek soz dane  û çareseriyek mayînde xwestin. BI DÎMEN   * Mêrê bi navê S.B.ji ser medya ci akî li dijî zaroka 14 salî istîsmara zayendi pêk anî   û ji aliyê polîsan ve hat berdan. Tevî  talîmatên dadgehê ji ber nayê amadekirin her runiştin tê taloqkirin.