Gelê herêma Cizîrê û Şengalê ber bi Efrînê ve bi rê ketin! 2018-02-21 16:20:54   TIL TEMIR- Bi sedan ji Gelê herêma Cizîrê û Şengalê ku li Tiltemirê kom bibûn ji bo ku berê xwe bidin herêma berxwedanê ber bi Efrînê ve bi rê ketin.    Bi sedan ji gelê herêma Cizîrê kurd,ereb û Suryan û ji gelê Şengalê li Tiltemirê kom bûn û ji bo ku berxwedana serdemê slav bikin berê xwe,dan Efrînê û piştgiriya gelê xwe vê bikin.            Jina Ereb a bi navê Xewla Casim  ku wê biçe Efrînê wiha dibêje: "Em ê niha berê xwe bidin Bajarê Efrînê û têkevin rê da ku em berxwedana Efrînê silav bikin. Erdogan dibêje ku Efrîn bi tenê ye, lê ew pir şaş e, Ji ber ku Efrîn Efrîna me ye. Em ê jî li kêleka şervanên xwe bin û Efrînê biparêzin. Em li Bakûrê Sûriyê kurd,Ereb û Suryan jî yek destin. Wê Erdogan nikaribe derbasî axa welatê me Efrînê bibe.  Ji ber ku em şagirtên serok Abdulah Ocalan'ın."    Hilala Ehmed jî wiha dibêje:"Em qet Efrînê bernadin, axa Efrînê axa me ye. Em ê li ber xwe bidin û nehêlin ku bostek ji axa wê were dagirkirin.  Ji ber ku tu mafê Erdogan li ser axa Rojava û Bakûrê Sûriyê tune ye.  Ew li vir çi dike? Em ê biçin gelê Efrînê hempêz bikin û piştgiriyê bidin wan."    Karwanê wesayitan ku işev wê li Kobanê bimînin wê sibe ber bi hefrîn ve bikevin rê.