Li Efrînê 12 şervanên azadiyê û 2 sivîl hatin oxirkirin 2018-02-21 15:54:25   EFRÎN - Bi sedan şêniyên Herêma Efrînê 12 pakrewanên azadiyê û 2 sivîl bi merasîmekê oxir kirin.   Îro bi sedan ji şêniyên Herêma Efrînê,hemû sazî û desteyên Rêveberiya xweser, Kongira Star,Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk,Oldarên Bakûrê Sûriyê 12 şervanên azadiyê û 2 sivîl ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîmekê bi heybet oxir kirin. 12 şervanên ku jiyana xwe ji dest dabûn  2 jê yên Hêzên Asayîşê, 8 jê yên YPG'ê, 2 jê jî yên YPJ'ê ne. Cenazeyên 12 şervanên azadiyê ji nexweşxaneya Avrînê hatin wergirtin û ji aliyê gel ve hatin oxirkirin.   Cenazeyê pakrewanên azadiyê bi dirûşmên "Şehîd Namrin," "Bijî berxwedana Efrînê," "Bijî berxwedana serdemê"li Goristana Şehîd Avêsta Xabûr hatin oxirkirin.   Piştî deqeyek rêzgiritina ji bo pakrewanên azadiyê,li ser navê Yekîneyên Parastina gel YPG-YPJ'ê Ebdo Çîlo,li ser navê Oldarên Bakûrê Sûriyê Behzet ŞÊX Hemo,li ser navê Meclîsa Helebê Yihiye Memud, xwişka Şehîd Cûdî Hêvîn Dedo, Dayika Şehîd Ehmed Xedîce kil Dedo axivîn.   Di axaftinê de sersaxî ji malbetên Şehîdan re hat xwestin û wiha hat gotin: "Ev 33 roj in ku  hikûmeta AKP ê bi hemû çekên xwe yên giran êrîşên xwe li ser gelê kurd berdewam dike. Lê yekîtiya gelan û îradeya gel hemû planên hikûmeta  AKP'ê şikand û heta şervanên YPG-YPJ'ê li çeperên şer tekoşîna xwe dewam dikin wê her tim serkeftinên mezin misoger bin."   Merasîm bi dirûşma"Şehîd Namrin"Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.