'Perwerde lêgerîn heqîqetê ye' 2018-02-21 14:33:30   Rûken Goman    GIRKÊLEGÊ - Jinên ku tevlî perwerdeya Şehîd Avesta Xabûr bûn hest û nerînên xwe têkildarî perwerdeyê anîn ziman û gotin bila hemû jin tevlî perwerdeyan bibin û kirasê koletiyê ji ser xwe bavêjin.     Li Akademiya Star a bajarokê Rimêlan ê girêdayî Girkêlegê dewreya perwerdeyê ya Şehîd Avesta Xabûr di 5'ê Sibatê de bi tevlîbûna 27 jinên Desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hat vekirin. Perwerdeya ku hat destpêkirin wê bi qasî mehekê bidome û wê mijarên wekî dîroka jin, Jineolojî, Rastiya Serokatî, Tarzê Rêvebriyê, Dîroka Kurdistanê û hwd bên dayîn. Jinên ku tevlî perwerdeyê bûn hest û nerînên xwe têkildarî vê perwerdeyê de anîn ziman.     'Perwerde lêgerîna heqîqeta jinê ye'    Jina bi navê Rajîn Ehmed hestên xwe yên derbarê perwerdeyê de wiha anîn ziman: "Ev perwerde cudahiyek wê heye. Ji ber ku em nirxên jinê û pîroziya wê bêhtir nas dikin. Jina pîroz a ku çand ava kiriye, jina dayîk û xwedawend ku bi xapandina desthilatdaran hatin bêdengkirin, îro li vir in ü wê vê çandê dîsa vegerînin koka wê. Ji ber ku perwerde lêgerîna heqîqeta jinê ye."   Rajîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Şensekî mezin e ji bo me jinan ku îro em bi fikira Rêber Apo perwerdeyên xwe dibînin û hêza xwe ava dikin. Bi riya perwerdekirinê kesayetên bi hêz tên avakirin. Beriya perwerdeyan me nikarîbû xwe îfade bikin. Lê îro bi naskirina rastiya xwe gelek tiştên ku me şaş dizanibûn vedigerînin rastiya wê."   'Perwerde kesayetên durist dide avakirin'    Ilham Muhemed jî bal kişand ser girîngiya tevlîbûna perwerdeyê û wiha got: "Em îro li vê perwerdeyê ne da ku em kesayeteke durist bidin avakirin. Perwerde ne tenê ji bo hîn bûnê ye, ji bo rabûn û rûnistinê jî perwerde pêwist e.  Perwerde jiyana hevpar nîşanî me dike. Çawa ku di çanda berê de jin li hev kom dibûn û bi hev re kar dikirin, em îro eyinî tiştî di Akademiyê de dijîn. Ji bo wê jî perwerde her demê  ji bo me pêwîst e. Eger em bixwazin civaka azad bi rê ve bibin, divê destpêkê em jin xwe perwerde bikin. Îro jina kurd şer dike, siyasetê şîrove dike û şoreşa  xwe ya bi navê jinê îfade dike. Beriya şoreşê ev tişt nebûn.  Lê îro em perwerdeyan dibînin û  gotinên Rêber Apo "Jin Jiyan Azadî" bi ser dixin. Li ser vî bingehî em ji tevahî jinan re dibêjin bila tevlî perwerdeyan bibe û kirasê koletiyê ji ser xwe bavêje, bese bindestî jiyana azad pêşeroja me ye."