Derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê de daxuyanî hat dayîn 2018-02-21 13:54:48   AMED - Bi minesebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Naventeweyi li avahiya Şaxa 1'emin a Egîtîm Sen a Amedê daxûyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê emdamê Komîsyona Ziman a KCD'ê Mehmet Esen ve hat xwendın.  Mehmet got ku wek Komîsyona ziman û perwerdê dibêjin,  êdî ev çalakî têrî nakin û divê ku saziyên zimên ên kurd rêbazên têkoşînê yên nû pêş bixin.   Bi minesebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li avahiya Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen a Amedê daxûyanî hate dayîn. Daxûyanî ji alyê Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KCD'ê ve  hat dayîn û ji aliyê endamê komîsyonê Mehmet Esen ve hat xwendin.   Mehmed anî ziman ku piştî dewleta Pakîstanê zimanê urdû weka zimanê yekem, resen û fermî îlan kiriye, di 21'ê Sibata 1952'yan de li hember vê biryarê Bangladeşiyan bertek nîşan dane û çalaki li dar xistıne. Mehmet dı berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Bi lidarxistina çalakiyan re polîsên Pakîstanê êrîşi çalakvanan kir. Di van çalakiyan de çend çalakvanên Bengladeşî ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Ji ber vê bûyerê UNESCO'yê ev roj ji bo bîranîna wan kesên hatine kuştin weke Roja Zimanê  Dayikê ya Navneteweyi deklere kir. 21'ê Sibatê, ji wê rojê û vir de weke 'Roja Şehîdên Zimanê Dayikê', weke roja zimanên windabûyî, weke zimanên qedexe kirî yên gelê bindest tê pîrozkirin. Di vê rojê de derbarê zimanê diyikêkê de axaftin tên kirin. Çalakî tên kirin û daxuyanî tên dayîn."    Mehmet di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku li gorî pedagogan zimanê ku zarok pê neaxivin sibe roja wî zimanî tune ye û wiha pê de çû: "Zimanê kurdî jî edî bêtir kal û pîr, dê û bav pê diaxivin. Mixabin rêjeya axaftina zaroka zef kêm e. Ev jî xetereya pêşiya zimanê kurdî nîşan dide.  Ji 2012'an şûn de li Tirkiyeyê, Wezereta Perwerdehiyê ya Neteweyî  (MEB) di pergala xwe ya hîndekariyê de wek dersa hilbijarî cih da Dersa kurdî. Ew jî wek alternatîfa perwerdehiya bi zimanê dayikê hate nîşandan. Lê di warê pedegojiyê de ev şaş e."   Mehmet di dawiya axaftina xwe de got ku ew wek Komîsyona ziman û perwerdê dibêjin,  êdî ev çalakî têrê nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êdî saziyên zimên ên kurdan divê rêbazên têkoşînê yên nû biafirînin. Êdî pratîk lazim e. Ku em zimanê kurdî nekin zimanê jiyanê, wek rapora UNESCO'yê de jî hatiye destnîşankirin, zaravaya  Kirmanckî jî ew ê tevlî zimanên wenda û mirî bibin."