Hatîce: Ji bo yêkîtiya neteweyî asteng şer e 2018-02-21 09:15:11   Rojda Aydin   AMED - Endama Şuraya Kongreya Îslama Demokratîk Hatîce Kocaman got ku dewleta tirk naxwaze gelê kurd bi tena serê xwe bibe yek û  kurd yêkitiya xwe ava bikin. Lewra jî yêkîtiya neteweyî qebûl nake.   Endama Şura Kongreya Îslama Demokratîk Hatîce Kocaman şerê ku li Efrînê tê kirin bi Yêkîtiya Neteweyî ve girê da û got ku beriya şerê Efrînê Gelê Kurd yêkîtiya xwe ya neteweyî ava bikira  wê îro rewş baştir bûye.   Hatîce Kocaman a ku tevli Civîna Yêkîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ku li Silêmaniyê hatibû lidarxistin û wê jî di navê de cih girt bibû got ku armanca wan ew bûye êş û elemên gelê kurd bînin ziman û ji bo hebûna jinê ya li her qadê bidin qebûlkirin ew civîn li dar xistine û wiha got: "Daxwaza me ya herî mezin ew e ku nasnameya gelê kurd bê qebûl kirin. Ji ber vê jî em vê havînê hemû jinên çar parçeyên Kurdistanê civiyan. Lê armanca civîna me û ya gelê kurd heman bû.  Ji ber ku hemû kurd dixwazin yêkîtiya xwe ava bikin û li çar parçeyên Kurdistanê jiyaneke azad û bi rûmet bihev re bijîn. Lê dijminên gelê kurd zext û zordariyê li gelê krud dikin û nahêlin ku bibin yek."    'Divê em yêkitiya xwe xurt bikin'   Hatîce di berdewama axaftina xwe de got ku gelê kurd bi salane li çar parçeyên Kurdistanê têra xwe êşiya ye, giriya ye û têra xwe zilm û zor dîtiye û wiha pêde çû: "Axa Kurdistanê ji xwînê têr bûye. Gelê kurd êdî ji xwînê têr bûy. Lewra jî gelê kurd êdî dixwaze li çar parçayên Kurdistanê yêkitiya xwe ava bike û kurd dixwazin ku werin li ser maseyê pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û daxwaziyên xwe bi cih bînin. Her wiha ji bo nasnameya xwe bizanibin divê gelê kurd li dijî  hemû dewletan bibe yek û li ber xwe bide. Li dijî Îran, Sûriye, Iraq, Tirkiye, Amerîqayê derkevin û serî netewînin û bibêjin ku em jî li ser rûyê cihanê gelekî mezin in. Ji bo azadiya xwe divê em yêkitiya xwe xurt bikin. Dema me yêkîtiya xwe xurt kir wê demê em ê li Efrînê jî bi ser kevin. Îro çavê hemû cihanê li Rojhilata Navîne û li Rojhilata Navîn jî çavên wan li ser kurdan e. Dewleta tirk dibêje ku beriya sedsalan çawa me mehû gelê kurd belav kir û em di armanca xwe de bi ser ketin em ê îro jî li hemberî kurdan bi ser kevin. Ji bo vê dewleta îro li Efrînê şerekî qirêj li dijî kurdan daye destpêkirin."   'Polîtayên herê qirêj li dijî jinên kurd pêk tînin'   Hatîce bi lêv kir ku hin kes ji bo şexsê xwe û berjewendiyên xwe tevlî civîna yêkîtiyê nebûne û ev tişt got: "Şerê ku îro li Efrînê tê kirin wê çaxê yêkitiya gelê kurd hebûya wê ev şer tunebûya. Ger ku Barzanî ji bo yekitiya kurd gav biavêta û xwedî derketa wê îro şerê Efrînê tunebûya. Wê îro dewleta tirk ev cesareta ku êrîşî Efrînê bikira bi xwe re nedît û îro nikaribûya biketa Efrînê. Tirkiye Barzanî wekî dostê xwe nîşan dida lê me dostaniya tirkiyeyê di dema referandûma Başûr de dît. Ger ku dost bûye wê demê divê piştgirî bida serxwebûna Başûr. Lê dijberî wê bi hemû hêza xwe li dijî derket. Di vî warî de êşên herî mezin jinên kurd dikişînin. Li çar parçeyê Kurdistanê dema ku şer tê kirin  bandora herî neyînî ya vî şerî li jinên kurd dibe. Lê jinên kurd li dijî şer berxwedaneke mezin nîşan didin. Jin  hem pêşengiya gelê xwe dikin  û hem jî ji zarokên xwe re dayiktiyê dikin û her wiha jina rê hevaltî jî kiriye. Lewra jî polîtayên herê qirêj li dijî jinên kurd tên pêşxistin."   'Tenê astengek heye ew jî şer e'   Hatîce di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo şerê Efrînê bi dawî bibe divê peşî li yêkîtiya neteweyî bê vekirin û gelê kurd di serî de pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku gelê kurd pirsgirêkên xwe çareser bike wê her tişt çareser bibe. Her wiha bi yêkîtiya neteweyî em ê karibin dawî li şerê li dijî kurdan jî bînin."