ROJEVA 21'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-21 09:00:00   *21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di qada jiyanê de wateyek berfireh vedihewîne. Di heman demê de kêmasî û zextên li ser ziman bi perspektîfek cuda radixîne ber çavan. Ya baş ew e ku mirov vê cudatiyê bibîne û analîza wê rast şîrove bike. JI PÊNÛSA JINAN   *Endama Şuraya Kongreya Îslama Demokratîk Hatîce Kocaman got ku dewleta tirk naxwaze gelê kurd bi tena serê xwe bibe yek û  kurd yêkitiya xwe ava bikin. Lewra jî yêkîtiya neteweyî qebûl nake. BI DÎMEN   *Li gel ku li cîhanê 21'ê Sibatê wekî Roja Ziman a Cîhanê hatiye îlankirin jî qedexeya li ser gelek zimanan berdewam dike. Yek ji van zimanan jî zimanê kurdî ye ku bi qedexe û bi zexta tunekirinê re rûbirû ye. Perwerdekar û Wêjevana zimanê kurdî Salîha Ayata diyar kir ku mirov bi zimanê xwe heye û ji bo vê jî divê mirov li zimanê xwe xwedî derkevin. BI DÎMEN   *Li Tirkiyeyê ku bi mîlyonan ji gelên cuda yên wekê kurd, laz, ermenî, boşnak, gurcî, çerkez, pomak, arnavut, hemşîn, rûm, suryanî, asurî, ereb, roman dijîn, zimanê kurdî jî têde bi dehan ziman bi awayekî fermî nayên nasîn û mafê perwerdeyê ya bi zimanê dayikê jî tê astengkirin. Yek ji van zimanan kurdî ku rastî asîmîlasyonê tê, zextên V û K yên li ser didomin.   *Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma 'Wiha derbas nabe, yan azadî yan azadî'  pêşwazî dikin diyar kirin ku li dijî OHAL, zext, komkujî û şîdetê wê dehezar li qadan bên cem hev.   *Zeynep Satmaz a li Şirnexê piştî qedexeya derketina derve mala wê hat hilweşandin û kirin mala şînê, diyar kir ku  li şûna xaniyên hatine xerakirin TOKÎ hatine çêkirin lê ji gorê ne cudatir e û wiha got: "Xaniyê me ji me hatin girtin.  Xaniyê me yê 7 daîre hebû. Em bi zarokên xwe re lê diman. Lê niha em di kirê de ne. Em li mafê xwe digerin. Bila mafê me bidin me."   *Lîstika bi navê 'Bê rû' ya ji aliyê lîstikvanên Navenda Çanda Mezopotamya ya bi KHK'ê hat girtin, li Îzmîrê rastî eleqeyek mezin hat. BI DÎMEN   *Ji bo N.D yê ji sûcê 'îstîsmara zayendî ya zarok' yê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê negirtî dihat darizandin, biryara bi hincet ya cezayê girtîgehê ya 12 sal û 6 mehan hat aşkerakirin. Dadgehê di biryara xwe ya bi hincet de diyar kir ku gumanbarê zarok îstîsmar kiriye sûcê 'îstîsmara zayendî ya zivik e'.   *Endama DBP PM'ê Halîde Turkoglu  encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê ya meha borî pêk hat nirxand û diyar kir ku alternatîfên di konferansê de hatine nîqaşkirin wê xurtir bikin.