Li Colemêrgê qedexe hat îlankirin 2018-02-20 13:28:28   COLEMÊRG - Girêdayî navenda Colemêrgê, navçeyên wê Çelê, Şemzînan û Geverê bi giştî 31 herêm wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" hatin îlankirin. Wê qedexe heta 15 rojan dewam bike.    Walîtiya Colemêrgê daxuyand ku girêdayî navenda Colemêrgê, navçeyên wê Çelê, Şemzînan û Geverê 31 herêm wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" hatine îlankirin. Wê qedexe di 23'yê Sibatê saet di 00.00'an de dest pê bike û heta saet 23.59'ê 9'ê Adarê bidome.