Piştî sirgunan li Girtîgeha Mêrdînê 3 jinên girtî tenê man 2018-02-20 13:05:42   MÊRDÎN - Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê di meha herî dawî de her dem bi sirgunan diket rojevê. Niha tenê 3 jin li koguşan mane.    Piştî OHAL'ê her roj zextek nû li girtîgehan zêde dibe. Hat hînbûn ku tevî sirgunan tenê sê jin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê mane. Gelek jinên ku li girtîgeha Mêrdînê diman gelek jê şandin Bayburt, Tarsûs û Xarpetê.   Tê payin ku 3 jinên ku li Girtîgeha Mêrdînê mane jî sirgunî girtîgehên cuda bikin. Her wiha êrîşên li ser girtiyên mêr jî zêde dibin. Hat hînbûn ku girtiyên nabin nexweşxaneyê dest xistin ser hemû pirtûk û cilên wan ên zêde. Her wiha hat zanîn ku malbat û xizmên girtiyan anîn ziman ku têkoşîna girtiyan a li dijî cilên yekreng berdewam dike.