Jinên ji Helebê hatin Efrînê: Dilê me hemûyan ji bo Efrînê lê dide 2018-02-20 12:50:42   EFRÎN - Jinên ku tevî hemû astengiyên dewleta Îranê ji Helebê hatin Efrînê, dengê berxwedana Efrînê slav kirin, nêrînên xwe parve kirin û gotin dilê me hemûyan ji bo Efrînê lê didin.   Êrîşên dewleta tirk û komên bi wê girêdayî bê navber berdewam dike. Li dijî van êrîşana li seranserê cîhanê gel rabûne ser piyan û êrîşan şermezar dikin. Jinên ku tevî hemû astengiyên dewleta Îranê ji Helebê hatin Efrînê  disoziya bi berxwedana Efrînê re dan û anîn ziman ku ew ji sekin û têkoşîna xwe gavê paşde navêjin û ew ê xwedî li berxwedana Efrînê derkevin.    Endama Rêveberiya Têkiliyên Diplomasiyê ya Helebê Merwa Şêxo diyar kir ku ew ji bo piştgiriya gelê Efrînê ji Helebê hatine û ew ê heta dawî li pişta gelê Efrînê bin û wiha dewam kir:"Em wekî jinên ku ji Helebê hatine serîhildana şervan û gelê Efrînê ku ji cîhanê bûye mînakek girîng, pîroz dikin. Divê îro jinên hemû cîhanê li têkoşîna Barînan û Avestayan xwedî derkevin. Dilê me hemûyan bi berxwedana Efrînê re ye û Efrîn xaka şaristanî û aştiyê ye. Bila kes dest neavêje xaka şaristanî û aştiyê."   'Efrîn baskên aştî û azadiyê ye'   Jina bi navê Raniya Şêxo diyar kir ku ew bi hêzeke mezin berxwedana Efrînê diparêzin û wiha got:"Ji bo em zilm û zordariyê ji ser rûyê cîhanê biavêjin divê em li hev xwedî derkevin û sirûda aştî û azadiyê biqêrin. Efrîn baskên aştî û azadiyê ye. Divê em li Efrînê xwedî derkevin."   'Bila kes dest neavêje hêviyên me'   Dayika bi navê Cemîle Henan anî ziman ku mafê tu kesî tuneye ku êrîşî ser axa Efrînê bike û wiha got:"Dewleta tirk bi hemû çekên xwe yên giran êrîşî gelê Efrînê dike. Efrîn warê aştî û hêviyê ye. Bila kes dest neavêje hêviyên me. Heta dayikek li Efrînê hebe dê nikaribin axa Efrînê dagir bikin."   'Efrîn warê stranên berxwedanê ye'   Her wiha Ruheyv Şeyhemîs anî ziman ku ew dest ji têkoşîna ji bo Efrînê bernadin û wiha got:"Efrîn warê stranên berxwedanê ye. Het ku stranên berxwedanê bilind bibe dê nikaribin axa Efrînê dagir bikin. Dilê me her dem bi Efrînê re ye."