Dîsa li herêma Efrînê şerekî dijwar diqewime 2018-02-20 12:47:10   EFRIN - Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê dijwartir û berfirehtir dibin.   Berxwedana Efrînê ya li hemberî dewleta tirk û çeteyên wê di roja 32'yan de berdewam dike. Her ku diçe Tirkiye ya bi awayekî dijwartir herêmê bombebaran dike û sivîlan dike armanc, îro dîsa bi hemû teknîka xwe êrîş bir ser herêma Efrînê.   Li navçeya Bilbilê balafirên şer ên artêşa tirk seranserî xeta sînor bombebaran dikin. Dîsa ji derdora gundê Uka Qestelê, Çulaqa Xidriya, Şerqîya heta gundê Baxçe şer bi dijwarî berdewam dike.    Li Navçeya Şera jî sibehê saet di 5'an derdora gundê Îkidamê û tepê Şimşek û Arabê Wêranê û Dirswanê êrîşa ku hat dstpêkirin berdewam dike û hat diyarkirin ku balafirên şer jî li hin deveran dane. Li navçeya Raco jî li seranserî xetê êrîş heye û êrîşên balafirên şer ên artêşa tirk û topbarana li ser navçeyê jî hîn didome. Li navçeya Şîyê saet  di 5'ê sibehê de jî derdora gundê Hêkçê hat bombebarankirin û şer û pevçûn berdewam dikin. Li navçeya Şera, Bilbilê , Raco,Mabeta û Şiyê şer û pevçun dijwar in.   Dîsa li navçeya Mabata derdora gundê Hebo şer û pevçûn giranin.