Ayşe Gokkan 14 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin 2018-02-20 12:17:59   MARDİN - Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan a ku li Nisêbînê hat binçavkirin û piştî 14 rojan di binçavan de ma hat berdan, diyar kir ku bi awayê kêfî hatiye binçavkirin û hatiye xwestin ku di lêgerîna tazî re bê derbaskirin. Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Li gorî wan berxwedana jinekê û ya kurd û ya kesên muxalîf sucê herî mezin e. Ji bo van pêkanînên dijmirovî kurdbûn û jinbûn bes e."   Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan di 5'ê sibatê de bi hinceta ku derbarê wê de 'îxbar' heye li Nisêbîna Mêrdînê hatibû binçavkirin û duh piştî ku derxistin dadgehê bi şertê kontorla edlî hat berdan. Ayşe piştî ku hat berdan 14 rojên xwe yên ku di bin çavan de derbas kirin vegot. Ayşe diyar kir ku bi awayekî kêfî hatiye binçavkirin û wiha berdewam kir: "Ez ne ji ber dozekê û ne jî ji ber dosyayekê nehatim binçavkirin. Ez bi awayekî dijhiqûqî hatim binçavkirin."   Biryara girtinê nîşanî min nedan   Ayşe diyar kir ku polîsan di serî de ji wê re gotiye ji ber şubheyê ew girtine binçavan û ev tişt got: "Piştî ku min nasnameya xwe nîşanî wan da vê carê jî ji min re goin 'em te nas dikin' piştî ku derbarê min de tu tişt îsapt nekirin vê carê jî gotin 'derbarê te de îxbar heye'. Piştî ku min got îxbara çi bahane nîşanî min dan. Piştî ku van vî ber tiştekî negirt got ku dozgeriyê derbarê te de biryara girtinê daye. Min got wê demê biryara girtinê nîşanî min bidin. Lê ew jî nîşan nedan. Ji ber ku belgeyek bi wî rengî di destê wan de tune bû."   Ayşe di berdewamiya axafitna xwe de got ku destê wê ters kelepçe kirin û wiha berdewam kir: "Li emniyetê lêgerîna tazî li min ferz kirin. Gotin ku ew li emniyeta Nisêbînê lêgerîna tazî li her kesî dikin. Ev îşkence wekî kevneşopiyekê ye li Nisêbînê. Min ji wan re got ku hûn vê nikarin li min bikin. Gotin em li her kesî dikin û min jî got ev rûreşiyeke mezin e. Ji ber ku ji bo vê lêgerîna tazî divê ku talîmata dozgeriyê ya taybet  hebe û kesek bi awayê kêfî ne mecbûre ku vê pêkanînê qebûl bike."   Piştî ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye hatiye tehdîtkirin   Ayşe diyar kir ku piştî wê lêgerîna tazî qebûl nekiriye hatiye tehdîtkirin û wiha berdewam kir: "Vê carê jî min tehdît kirin û gotin 'em ê te bibin nexweşxaneyê û rontgen bikişînin'.  Vê carê jî bi kamerayê wêneyê dîmenê min kişandin û xwestin ku bi min bidin gotin ku ez lêgerîna tazî qebûl nakim. Lê min dubare kir û min got ku ez lêgerîna tazî qebûl nakim lê ya normal qebûl dikim." Ayşe di berdewamiyê de got ku piştî karê wê qediya ye ew avêtine huceryê û ev tişt got: "Piştre ez birim huceryê. Ez 3 rojan di hucerê de mam.  Ji ber ku min li wê nikaribû tiştek bixwara xwestin bi min giteka ku ketime greva birçîbûnê bidin îmzekirin."   'Ji bo pêkanînên dijmirovî kurdbûn û jinbûn bes e'   Ayşe destînşan kir ku ew bi awayê kêfî bi van hemû pêkanînan re rûbirû maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Polîs êdî hatine ku dozgeriyê rêve bibin. Ew bibêjin çi dozgerî erê dike. Ji min re gotin ku gelek îxbar derbarê te de hene. Ez bi vê dikeniyam. Di roja me de polîsek li polîsekî din digere û navê vê dibe îxbar. Ji vê armanc ew e ku di nava gel de bêbaweriyê bidin avakirin. Îxbar çi ye?  di eslê xwe de gilîkirina kesekî ji nava gel a li emniyetê ye. Bi van pêkanînên xwe dixwazin di nava gel de bêbaweriyekê bidin avakirin. Hiqûq di destê poîsên derewkar de bûye pêlîstok."   Ayşe wiha berdewam kir: "Bi pêkanînên li dijî min xwestin ku tevahî gelê nisêbînê bitirsînin. Lê nizanin ku gelê Nisêbînê ji xwe ji wan natirse. Ji ber ku gelê Nisêbînê tiştê divê bijiya jiya ye.  Ez dewlet û hikûmetê rexne dikim. Ev mafê min e. Li gorî wan berxwedana jinekê ya kurd berxwedana herî bi xeter re."