Mamoste û xwendekarên jin: Zimanê me hebûna me ye 2018-02-20 10:24:43   Civîn Husên   QAMIŞLO -  Mamoste û xwendekarên  jin ên ziman di derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ziman nirxê gelan e, divê mirov xwedî li vê nirxa bi rûmet derkeve.    Mamoste û xwendekarên  jin ên ziman di derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de nêrînên xwe anîn ziman û zimanê dayikê wekî hebûn û nasnameya gelan pênase kirin.   Xwendekara Zanîngeha Rojava Jiyan Mîrza 21'ê Sibatê li tevahî gelan pîroz kir û wiha got:"Ji bo tunekirina zimanên cuda şerekî taybet tê ajotin bi vê yekê girêdayî gelek ziman ber bi tunebûnê ve diçe. Yek ji zimanê ku her tim bi êrîşeke tund rû bi rû dimîne zimanê Kurdî ye. Tevî gelek êrîş û zehmetiyan li Rojava perwerdeya bi zimanê Kurdî dest pê kir. Her wiha vê yekê parastina nirxên zimanên cuda bi xwe re anî. Îro bi pergala federaliya netewa demokratîk a Bakurê Sûriyeyê her netewek bi zimanê xwe perwedeyê dibîne. Divê her ziman bê parastin û pêş bikeve. Divê bi taybet em wekî Gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin. Çimkî zimanê me hebûn û nasnameya me ye."   'Zimanê Kurdî hêjayî parastinê ye'   Mamosteya Zimanê Kûrdî ya Peymangeha Viyan Amara Şehnaz Mihemed Omer balkişand li ser xwedîderketina li ziman û wiha got: "Îro tevahî gelên Bakûrê Sûriyeyê bêyî ku cudatî di navberê keve, perwerdeyê bi zimanê xwe dibînin. Bandora vê yekê di civakê de baweriyek mezin ava dike û aramiyê, wekheviyê ava dike.  Ziman jiyan û nirxên her netewekî ye divê her netewek zimanê xwe biparêzê. Zimanê Kurdî hêjayî parastinê ye, divê em ji bin zext û zordariyan rizgar bike."   'Divê hemû ziman bê parastin'   Her wiha mamosteya ji pêkhateya Ereb Hefa Kazim Ebdullah jî diyar kir ku divê hemû ziman bê parastin û wiha got:"Mafê her mirovî heye ku zimanê xwe bi awayekî azad biaxivin û pêş bixin. Divê hemû ziman ji zext û zordariyan rizgar bibe. Ji bo vê yekê hewceye ku em hemû jin  bibin yek û xwedî li zimanê xwe derkevin."