ROJEVA 20'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-20 09:00:00   *Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso derbarê êrîşên li ser Efrînê de diyar kir ku dê bi berxwedanek bêhempa planên qirkirina li ser Kurdan vala derkeve û wiha got:"Jina serhildêr dê pergala desthilatdar têk bibe û li Efrînê serkeftin dê bibe ya Gelê Kurd." DÎMEN HEYE   *Mamoste û xwendekarên  jin ên ziman di derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ziman nirxê gelan e, divê mirov xwedî li vê nirxa bi rûmet derkeve. DÎMEN HEYE   *Kurd îsal jî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ku di 21’ê Sibata 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve hat qebûlkirin, bi qedexeyan pêşwazî dikin. Piştî îlankirina OHAL’ê hikumeta AKP’ê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a perwerdeya zimanê Kurdî dida, girt. Hîndekara ziman Roza Metîna polîtîkayên yekparêz ên hikumeta AKP’ê nirxand û diyar kir ku armanc ev e ku ifşekî yekziman bigihînin. DÎMEN HEYE   *Mustafa Budak di komujiya 10’ê cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû. Hevjîna Mustafa, Hanîfe Budak bertek nîşanê girtina Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê cotmehê ku ji aliyê malbatan ve hatibû avakirin, da û diyar kir ku ambulans çawa dereng hatin, komele jî ji ber wê sedemê hatiye girtin. DÎMEN HEYE   *Prof. Dr. Esra Arsan diyar kir ku weşanên li gorî gotinên desthilatdariyê nûçeyan çêdikin û ji şîdetê re xizmetê dikin hene û got civak ji vê rihê nexweşiyê yê bi çapemeniyê re têdeye, ancax bi zimanê aştiyê dikare jê derkeve.    *Hevseroka HDP’a Edenê Gulseren Tural diyar kir ku kongreya hefteya borî pêk hatiye hemû êrîş vala derxistiye û got: “Emê coşa xwe ya kongreyê bibin 8’ê Adarê.”   *Qeyûmê Şaredariya Dêrikê, di nav de Şanoya Ermenî ya dîro jî heye ji 100’î zêdetir avahî hilweşandin.    *Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê îdia kir ku li ser banda kolî ya li ser madeya teqemeniyê ya li xaniyekî xerabe yê taxa Muradiyê di 14’ê Sibata 2016’an de hatiye desteserkirin de, şopa tiliyên zarokê bi navê M.S.B yê 17 salî hatiye dîtin û 8 sal û 8 meh ceza lê birî.    *Yeşîm Yaprak Yildiz ya di Komîteya Tertîp a Mîhrîcana Fîlman a Kurdan ku di navbera 13-23’ê Nîsanê de li Londonê pêk tê cih digire wiha got: “Hem di alî fîlmên di mîhrîcanê de tên nîşandan hem jî ji ber mijarek rojane ya li Kurdistanê ye, tevgera jinê wê di vê mîhrîcanê de cihekî girîng bigire.”    *Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan a ku li Nisêbînê hat binçavkirin û piştî 14 rojan di binçavan de ma hat berdan, diyar kir ku bi awayê kêfî hatiye binçavkirin û hatiye xwestin ku di lêgerîna tazî re bê derbaskirin. Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Li gorî wan berxwedana jinekê ya kurd û ya kesên muxalîf sucê herî mezin e. Ji bo van pêkanînan kurdbûn û jinbûn bes e."