Bi çavên zarokên Efrînê serîhildana 31 rojî 2018-02-19 11:36:25   Cudî Zênu-Lîlav Elî   EFRÎN - Zarokên Efrînê serîldana berxwedana serdemê ya 31 rojî bi hestên xwe rave kirin û gotin:"Di lîstikên me de Erdogan û hevkarên wî her dem têk diçin, dê di rastiya xwe de jî wiha bibe."   Êrîşên dewleta tirk û komên pê girêdayî yên li ser Efrînê ket roja 31'emîn. Zarokên ku li Efrînê li kolanan dilîzin bi çîrokên serîhildanê mezin dibin. Zarokên temenê wan di navbera 6 û 12 salî de di lîstikên xwe de serîhildanê dijîn û di hişmendiya pêvajoya ku dijî de ne.    Zaroka bi navê Hêva Hebeş derbarê êrîşên li ser Efrînê hestên xwe yên zarokatî wiha anî ziman:"Dewleta tirk êrîşî Efrînê dike. Dixwazin Efrînê dagir bikin lê xeyalan dibînin. Em nahêlin ew têkevin axa Efrînê."    Ehmed Hebeş jî wiha got:"Ew zarokan dikujin û mirovên ne baş in. Kesên ku zarokan dikujin ne mirovên baş in. Ji ber êrîşên dewleta tirk dibistanên me hatin girtin em nikarin herin dibistanên xwe. YPJ/YPG dê wan biqewirîne û em ê herin dibistanên xwe."   'Heta di lîstikên me de jî têk diçin'   Zeyneb Hebeş jî hestên xwe wiha anî ziman:"Em dixwazin bi awayekî azad bijîn û li kolanan lîstikên xwe bilîzin. Em dixwazin biçin dibistanên xwe. Faşîstan çav berdane axa me lê em nahêlin ew gavê biavêjin ser axa me. Ew zarokan dikujin. Hemû cîhan divê bibin yek û ev êrîşên li ser Efrînê bisekinîn."    Her wiha Ehmed Muhammed jî wiha got:" Her roj balafirên dewleta tirk me bombebaran dike. Lê em ji dengê balafirên wan natirsin. Çimkî em baweriyê bi şervanên xwe tînin. Heta di lîstikên me de jî Erdogan û hevkarên wî têk  diçin."   Xelîl Elî jî anî ziman ku ew dixwazin hemû zarokên cîhanê dengê wan bibihîse û wiha got:"Em dixwazin li kuçeyan bi rehetî lîstikên xwe bilîzin. Em dixwazin biçin dibistana xwe. Em dagirkeran li vir naxwazin."   'Em di destpêkê de ditirsiyan lê em niha natirsin'   Muhemed Muhemed behsa êrîşên hewayî kir û wiha got:"Em dixwazin lîstikên xwe bilîzin. Her roj li ser serê me balafir derbas dibe, em rojên yekem ditirsiyan lê em niha natirsin. Em ji wan natirsin û em ê wan biqewirînin."