‘Li dijî îstîsmara zayendî hêza rêxistinkirî şert e’ 2018-02-19 09:48:58   Fîlîz Zeyrek    EDENE - Jinên Edeneyê diyar kirin ku polîtîkayên desthilatdariyê û fetwayên diyanetê teşwîqî îstîsmara zarokan dike û bi lêv kirin ku li dijî îstîsmara zarokan hêza rêxistinkirî ferz e.    Li navçeya Yuregîr a Edeneyê di 10’ê Sibatê de zaroka sê salî ji aliyê mêrê bi navê Sedat Keser ve rastî îstîsmara zayendî hat û bertekên li dijî bûyerê her diçin mezin dibin. Seroka Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Seçîl Sonmez bertek nîşan da û diyar kir ku polîtîkayên desthilatdariyê û fetwayên diyanetê teşwîqê îstîsmara zarokan dike û wiha got: “Divê dewlet ji bo van qanûnên taybet derxîne. Divê daraz cezayê pêwist bide vana. Divê ev sûcdar her roj bi xwe re bên rû hev. Di mijara îstîsmara zayendî de berpirsyarî dikeve ser milê dê û bavan jî. Divê dê û bav her du zayenda jî wek mirov bi zarokan bide hînkirin. Divê nîşan bidin ku li dijî şîdeta mêr çiqas xurt in. Divê perwerdeya hêza jinan bê sînor e bê dayîn. Bi saya hêz û çavên kenyayî yên jin û zarokan wê ev cîhan dîsa xweşik bibe. Tenê tiştek heye divê jin bibin yek.”    ‘Bi kodên civakê lîstin’    Ji Platforma Jinan a Edeneyê Çîgdem Guvercîn jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Bi kodên çanda civakê lîstin. Tacîzkarên zarokan hatin veşartin, zayenda jinê hat bicûkxistin, tunekirin. Berê di fîlman de me gotina ‘di tevgerên xilaskirinê de ewil jin û zarok’ dibihîst. Van koman newekhevî ji holê radikir. Niha em bi komeke ku feraseta mêr xwedî dibe re rû bi rû ne. Dewletê mafê jinan hemû tune kiriye. Divê wekheviya zayenda civakê li dibistanan bibe parçeyek mufredatê. Li dijî îstîsmara zarokan hêza rêxistinkirî ferz e. Çare ne tenê ceza ye. Perwerdehiyên rast û cezayên girtîgehê dikare bibe çareserî.”    Beyhan Postaci jî daxuyakirin ku ew bi feraseta mêr ya sapik re rû bi rû ne û anî ziman ku têkoşîna hevpar a jinan û hestiyariya civakê dikare pêşî li îstîsmara zarokan bigire.