39 kesên di bin çavan de hatin berdan 2018-02-18 12:20:14   ERZIROM - Ji 40 HDP û DBP’iyên beriya 3’yemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê li Erzirom û navçeyên wê hatin binçavkirin 39 kes hatin berdan. Kesê ku di bin çavan de tê girtin jî dê sibe derxin edliyê.    40 HDP û DBP’iyên berî 3’yemîn Konreya Asayî ya HDP’ê li navçeyên Xinûs, Tatos, Qereçoban, Qereyazi yên Erziromê û navenda wê di 9’ê Sibatê de hatin binçavkirin, îfadeyên wan ên Midûryeta Polîsan teman bû. Ji 40 kesên hatibûn binçavkirin duh û îro 39 jê li Midûryeta polîsan hatin berdan. Meral Alagoz Îmre ya dibin çavan de ma, dê sibe derxin dozgeriyê.   Hinceta girtina HDP û DBP'yan jî “Dê operasyona Efrînê şermezar bikin” hatibû nişandan.