‘Çapemenî newekheviyê ji nû ve hildiberîne’ 2018-02-18 10:01:40   Duygu Erol   ENQERE - Derhênera Weşana Giştî ya Komeleya Lêkolîn û Ragîhandinê ya Jinan a Melkisa Difire Selen Dogan diyar kir ku yek ji sedemên herî mezin ya şîdet, taciz, tecawiz û kuştinên jinan zêde dike, çapemenî ye û got nûçeyên tên serwîskirin di zelakirina fikran de rolek girîng dilîze.   Di 2017’an de 408 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 358 jin jî rastî şîdetê hatin. Her wiha yek ji sedemên herî girîng ên di zextên li ser jinan de, nûçeyên ji aliyê çapemeniya serdest a mêr ve tên serwîskirinê ye. Derhênera Weşana Giştî ya Komeleya Lêkolîn û Ragîhandinê ya Jinan a Uçan Melkisa Difire Selen Dogan derbarê bandora çapemeniyê ya li ser şîdet û kuştinên jinan de nirxandin kir û wiha got: “Çapemeniya weke li dijî sûc e xwe nîşan dide, di esasê de newekheviyê ji nû ve hildiberîne.”   Selenê Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê îmze avêtiye bibîr xist û  bi lêv kir ku peyman di alî mafê jinan de belgeyek gelek girîng e û got: “Li gorî Peymana Stenbolê di şîdeta li ser jinê de parastina çandî nikare bê kirin. Li dadgehê welatê ku ev peyman îmze kiriye, parastinên weke ‘Di çanda me de wisa ye, me wisa dît, ez ê lêxim, jê hez bikim’  nikare bê kirin.  Ev tê wateya binpêkirina destûra bingehîn û peymanê.”   ‘Çapemenî bandora mezin e’   Selenê balkişand ser bandora çapemeniyê ya li ser şîdet, taciz, tecawiz û kuştinên jinan û  got: “Mirov li gorî tiştên temaşe dikin xwe bi teşe dikin, fikran plan dikin. Ger mexdur bi nêzîkatiyeke ku hîn bêtir  bê mexdurkirin, ev ne çareserî ye.  Hûn jî dibin parçeyekî pirsgirêkê. Hûn pirsgirêkê kûrtir dikin. Şîdeta  li ser jinê gelek zêde bûye. Rêje hovîtiya bîlançoyê derdixe holê.”